Piştgiriyê nadin jin û zarokên keç

Nûçeyên Cîhan

Şemî 9 Îlon 2023 - 00:15

Neteweyên Yekbûyî derbarê newekheviyên di civakê de raporek amade kir û diyar kir ku dinya piştgiriyê nade jin û zarokên keç. Di raporê de tê diyarkirin ku ji têkoşîna li hemberî hejariyê heta perwerdehiyê, ji temsîla siyasî heta firsendên dîrokî dinya piştgiriyê nade jin û zarokên keç.

Rapor ji aliyê Şaxa Jinan a Neteweyên Yekbûyî hatiye amadekirin. Di raporê de li ser 17 Armancên Pêşveçûnê yên Domdar tê sekinandin. Ev armanc di sala 2015’an de dewletên ku endamên Neteweyên Yekbûyî bûn hatibû qebûlkirin û tê payîn ku heta sala 2030’an ji bo hemû kesan siberojeke baş ava bike.

Di van armancan de ev tişt heye ku tê xwestin dawiyê li cihêkariyê bînin, şideta li ser jinan, zewicandina bi darê zorê û sinnetê ji holê rake, karên malê bi hevkarî were kirin û bidestxistina tenduristiya zayendî were mîsogerkirin.

Lê li gorî raporê di nîveka rêya ber bi sala 2030’an dinya piştgiriyê nade jin û keçên ciwan û wan li erdê dihêle.

Her sal 245 milyon jin ji aliyê hevjînên xwe ve rû bi rûyê şideta fîzîkî dibin û ji her pênc jinan yek jî beriya 18 salî tê zewicandin. Jin her roj ji mêran 2,8 saet zêdetir karên malê dike û di parlementoyê de rêjeya jinan jî ji sedî 26,7 e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî wê di sala 2030’an de 575 milyon kes di nav hejariyeke mezin de bijî û ji sedî 60’ê vê rêjeyê wê jin be. Ev jî tê wê wateyê ku li temamî dinyayê ji deh jinan, jinek wê di nav hejariyê de bijî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.