Biryar li ser sûcdarên şer nînin

În 15 Adar 2024 - 00:50

Komîteya Neteweyên Yekbûyî NY derbarê Sûriyeyê de di 11'ê Adarê de raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziya wê sûcên şer û binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ne. Derbarê mijarê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd re axivî. Çiya Kurd diyar kir ku naveroka raporê derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de erênî bû. Lê di raporê de biryarên hesabxwestina ji sûcdarên şer tune ne û got:"Pêwîst bû di raporê de biryarên wiha bihatana dayîn ku sûcdarên şer ji bo dadgehên navneteweyî bên veguhastin."

Di raporê de rewşa kampên Hol û Roj ên malbatên çeteyên DAIŞ'ê hat behskirin. Lê belê bal li ser rewşa kampên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hezaran koçberên Sûriyeyî yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û siyasetên hikumeta Şamê tê de bi cih bûne, nehat kişandin.

Hêzên navneteweyî jî berpirs in

Çiya Kurd hemû hêzên navneteweyî li hember çareserkirina pirsgirêka çeteyên DAIŞ'ê berpirs dît û got:"Em rexneyan qebûl dikin û em dizanin ku gelek kêmasî hene. Lê belê derfetên Rêveberiya Xweser kêm in û nikare hemû pêdiviyan peyda bike. Ev berpirsiyarî jî ne tenê ya Rêveberiya Xweser e, her wiha ew a civata navneteweyî û hêzên navneteweyî ye."

Çiya Kurd diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina rewşa çeteyên DAIŞ'ê di hewldanan de ye û bang li NY'ê û hêzên navneteweyî kir ku li hember çeteyên DIAŞ'ê û malbatên wan ên li kampan berpirs bin:"Di raporê de rewşa kampên Hol û Roj hat diyarkirin. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampên din hene ku tê de koçberên ji gelek deveran bi cih bûne. Koçberên bi darê zorê jî hewcedarên alîkariya mirovî ne û rewşa wan gelekî dijwar e."

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15 kamp hene ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine avakirin. Ji wan 6 kamp li kantona Cizîrê ne (Hol, Erîşe, Roj, Newroz, Serêkaniyê û Waşûkanî),  5 li kantona Efrîn û Şehbayê ne (Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehba) her wiha bi dehan kampên bêserûber hene. Li bajarokê Til El Semin ê bakurê bajarê Reqayê jî kampa koçberên Serêkaniyê heye, kampa Mehmûdlî li bajarê Tebqayê û 2 kampên koçberên gundewarên Heleb û Idlibê li Minbicê hene.

ANHA/XALID ETÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.