Em temsîla lawaz a jinan qebûl nakin

Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 03:10

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya temsîla lawaz a jinan di hikumeta veguhêz de red kir û diyar kir ku rêya herî guncaw a avakirina Sûriyeya nû sîstema nenavendî ye.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Elî anî ziman ku jinên Sûriyeyî bi taybetî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber DAIŞ’ê êşên mezin kişandin, lê bi ezmûna Rêveberiya Xweser re îrade û wêrekiya xwe îsbat kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin.

Xod El Elî diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîla siyasî ya jinan di navendên biryarê û di tevahî saziyan de ji sedî 50 derbas kiriye.

Xod El Elî di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2012’an de ji bo azadî û avakirina sîstemeke nenavendî rabû û got: "Nenavendî çareseriya herî guncaw û rasteqîn ji tevahî dosya û pirsgirêkên ku pergala navendî bi xwe re anîne ye."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya destnîşan kir ku divê Sûriyeya nû li ser esasê sîstemeke nenavendî were avakirin ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi pirrengiya xwe ya olî, çandî û bawerî biparêze. Em temsîla lawaz a jinan di hikumetê de bi tundî rexne dikin, ku ji sedî ne yek e jî. Ev jî ne li gorî berdêlên ku jinan dane ye.”

ANHA/HESEKÊ/BOTAN HISÊN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.