Dikarin li Bexda parçebûnê telafî bikin

Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:18

Hilbijartinên gera şeşemîn ya Parlamentoya Iraqê di 11’yê Mijdarê de hatin kirin, Endamê Enstîtuya Kurdî ya Hilbijartinê Karwan Kazim li ser pêvajoyê û bandorên nebûna yekitiya di navbera partiyên Kurdan yên Herêma Kurdistanê de axivî.

Karwan Kazim bal kişand ser cudahiyên di navbera guhertinên di pêvajoya hilbijartinên berê û çawaniya gera şeşemîn ya Parlamentoya Iraqê de û got:“Komîsyonê amadekarî kiribû ku di roja hilbijartinê de pêvajoya hilbijartinê bi awayê herî baş birêve bibe û heta radeyekê mezin komîsyon karîbû tiştê ku dixwest bidest bixe. Di hilbijartinên dawî de, hejmareke mezin ji gilî û gazinan hatin kirin, partiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan. Lêbelê, vê carê proseya hilbijartinê ji alîyê lojîstîk, şefafî û rêvebirina komîsyonê ve serkeftî bû.” Li ser parçebûna partiyên Kurd di hilbijartinan de jî wiha axivî:“Heke partiyên siyasî yên Kurd bikaribana bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin, dibe ku Kurdan bikaribana rêjeyek baştir ya dengan bidest bixin û wê hejmara kursiyên wan di Parlamentoya Iraqê de yek-du kursî zêde bibûya.”

Ji ber çavbirçîtiya desthilatdaran e

Karwan Kazim da zanîn ku ku partiyên opozîsyonê yên Herêma Kurdistanê bûn sedema şewitîna hejmareke girîng ya dengên Kurdan û got:“Ger hêzên li derveyî desthilatê bi vî rengî parçe parçe beşdarî hilbijartinan nebûna, wê demê dengên wan ên ku nebûne kursî û bi dengên vala yên welatiyan re ku ne amade bûn ku dengê xwe bidin opozîsyon û eniya desthilatdar; dikaribûn van dengan bikin yek da ku tevahiya gel bikaribe beşdarî hilbijartinan bibe. Ev deng wê bibana kursî û bandorê li hejmara kursiyên Kurdan li Parlamentoya Iraqê bikirana.”

Karwan Kazim têkildarî çawaniya telafîkirina şaştiyên aliyên Kurd yên Herêma Kurdistanê wiha got:“Di parlamentoyeke ji 329 kursiyan pêk tê de, Kurdan 63 kursî hene. Eger rêjeya beşdariya hilbijartinê %100 jî be bandora xwe li hejmara kursiyên parlamentoyê nake. Ji ber vê yekê, bandora parçebûna partiyan dibe sedem ku Kurd çend kursiyan di Parlamentoya Iraqê de kêm bike. Ger partiyên Herêma Kurdistanê bixwazin, ew dikarin vê parçebûna xwe ya di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de telafî bikin. Mixabin, bingeha lihevkirinên di navbera partiyan de belavkirina wezîfe û meqamên wan bû, ne ku berjewendiyên welatiyan. Ev raste û ev têgihiştin divê biguhere. Divê hikûmet ji bo berjewendiya gel hevpeymaniyekê ava bike û divê wezîfe û meqam di xizmeta welatiyan de werin bikaranîn. Beşek ji parçebûna Kurdan ya di hilbijartinê, ji ber destwerdana welatên cîran yên wekî Tirkiye, Îran an DYE’yê ye ku berjewendiyên wan tê de heye. Mînak, PDK di çembera dewleta Tirkiyeyê de dileyîze û YNK di çembera Îranê de dileyîze, ku ev yek wê bandorê li siyaseta pêşerojê ya Kurdan bike. Piraniya pirsgirêkê bi atmosfera di nav partiyan de bi xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku ev partiyane ji atmosfereke demokratîk nehatine ku meqam û postan li gorî prensîbên demokratîk belav bikin. Lêbelê, ev yek jî rastiyeke, tevî ku li gor hejmara kursiyan nêzîkatî tê kirin jî lê di dawiyê de, desthilatdarî çavbirçîtiya berjewendiya darayî ye ku biryar dide ka çi bike.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.