Hilbijartinên hikumeta veguhêz ne rewa ne

Sêşem 16 Îlon 2025 - 15:30

  • Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bil lêv kirin ku hilbijartinên ku hikumeta veguhêz amadekariya lidarxistina wan dike, ne rewa ne û gotin:"Hilbijartinên hikumeta veguhêz dixwaze li dar bixe, bi tu awayî têkiliya wan bi demokrasiyê re nîn e. Nûnertiya gelê Sûriyeyê jî nake."

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi armanca domandina desthilatdariya xwe gavên yekalî li pey hev diavêje. Ji gavên wê yên tê payîn pêk were hilbijartinên “Meclisa Gel” in. Gelê Sûriyeyê jî bi çavê nerazîbûnê li van hilbijartinan mêze dike. Ji ber ku dê ji 210 endamên meclisê 70 ji aliyê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ve werin erkdarkirin. Di heman demê de şertên ji bo hesabê vegerê ji aliyê desthilatê ve hatine danîn.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mijarê axivîn.

 

 

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Dr. Hisên El Ezam der barê mijarê de got ev hilbijartin nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nakin û ev tişt anî ziman: “Hilbijarinên dê werin lidarxistin, ne rewa ne. Divê hilbijartin nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê bikin. Divê pêşbaziyek di navbera namzetên cuda de çêbe.”

El Ezam da zanîn ew ê lidarxistina hilbijartinan bi vî rengî nas nekin û wiha dom kir: “Em ê van hilbijartinan nas nekin. Ji ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îdareya xwe û partî, rêxistinên siyasî û civakî tê de cih nagirin. Hilbijartinên hikumeta veguhêz dixwaze li dar bixe, bi tu awayî têkiliya wan bi demokrasiyê re nîn e. Nûnertiya gelê Sûriyeyê jî nake.”

 

 

Nûnera Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metlê jî li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku hikumeta veguhêz li ser dûrxistina jinan kar dike û wiha dom got: “Di demekê de jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêjeya ji sedî 50 di hemû qadên rêveberiyê de cih girtiye. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi tu awayî nûnertiya Sûriyeya pirreng nake. Ev dûrbûna vê hikumetê ya ji demokrasiyê nîşan dide.”

 

 

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Îfram Îshaq jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Hilbijartina meclisa gel yek ji giringtirîn diyardeya demokrasî û beşdariya hemû aliya ne, heger bi beşdarbûna nûnerên hemû herêmên Sûriyeyê pêk were, dibe. Ji ber meclis nûnetiya rast a gel dike. Lê ev hilbijartinên niha ne wisa ye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Siwêda beşdar nabin. Ev van hilbijarinan dûrî rastî û azadiyê dixin. Ji ber mafê namzetiyê û dengdayînê ji hemû gelê Sûriyeyê re nehatiye dayîn.”

 

 

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Demokratîk Îmran El Seyîd jî li ser mijarê wiha axivî: “Hilbijartina meclisê ku tê payîn hikumeta veguhêz lidar bixe, bi erkdarkirinê tê meşandin. Ev ne hilbijartin in. Ji ber nûnertiya rengekî tenê dike û tu rol ne daye pêkhateyên gelê Sûriyeyê. ”

 

 

Serokê Partiya Lîberal a Sûriyeyê Ferhad Têlo jî got ev kiryareke ne rewa ye û ev tişt anî ziman: “Ev nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake. Tenê nûnertiya komên çekdar û ên cîhadist di herêmê de dike.” ANHA/HESEKÊ/BOTAN HISÊN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.