Hilbijartinên li Sûriyeyê netemamkirî ne

Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 03:05

Siyasetmedar û akademîsyenên Sûriyeyê gotin:”Hilbijartinên ku niha li Sûriyeyê pêk tên, bi taybet li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de hilbijartinên kêm-netemamkirî ne.”

Digel guhertinên yasayên yekalî, valahiya destûrê û dûrxistina hêzên siyasî yên bingehîn, tayînkirina endamên "parlamentoya" hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest pê kiribûn. Ev tayînkirin bêyî çavdêriya navneteweyî yan jî beşdariya tevahî pêkhateyan pêk hat. 

Piraniya gelê Sûriyeyê diyar dikin ku ev tayînkirin pîvanên yasayî, hiqûqî û civakî yên Sûriyeyê di ber çavan re nagirin û digel hewayeke destpot û ferzkirina kesayetên algîrê hikumetê de pêk tên.

Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksaz Şukrî Şêxanî diyar kir ku "Hilbijartinên ku niha li Sûriyeyê pêk tên, bi taybet li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de hilbijartinên kêm-netemamkirî ne. Ji ber ku temsîla tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê nakin, 3 parêzgehên Sûriyeyê yên girîng jî ji hilbijartinan hatine dûrxistin. Ev tê wateya ku pirsgirêkeke bingehîn di mekanîzmeya van hilbijartinan de heye. Ev pirsgirêk jî wê bi xwe re encamên berevajî ji bo civaka Sûriyeyê bînin."

Girêdayî wê, Rêveberê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê têkila hewla nepixandina axaftina li ser hilbijartinan de axivî û got: "Ev çi hilbijartin in û ji sêyan yek serokê qonaxa veguhêz tayîn dike û ji du sêyan komîteya ku wî bi xwe tayîn kiriye tayîn dike. Berê li Sûriyeyê hilbijartinên şeklî hebûn û marjînek wan hebû. Lê îro tu marjîn jî tune ye. Dê ji sedî 100 alîgirên serok bin û daxwazên wî pêk bînin."

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.