Em rê nadin ewlehiyê têk bibin
Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:15
Ji dema hilweşîna rejîma berê ya Baasê ve, li Sûriyeyê valahiyeke ewlehiyê ya mezin çêbû ku rê da çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve kom bibin û tevliheviya ewlehiyê bi kar bînin da ku êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin destpêkirin. Derbarê mijarê de cîgirê berdevkê QSD`ê Sayil El Zobaa axivî. Sayil El Zobaa diyar kir ku piştî valahiya ewlehiyê û nebûna aliyên bibandor di nav hikûmeta veguhêz de ku dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin, QSD bi tenê berpirsiyarê şerê li dijî DAIŞ`ê hilgirtiye û got:"Ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê ve, çeteyên DAIŞ'ê hewl didin ku xwe li herêmê kom bikin û erdnîgarî û hêza xwe ji nû ve bi dest bixin." El Zobaa destnîşan kir ku çeteyan ji destpêka salê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 160 êriş pêk anîne, ku hêzên leşkerî, rûmetdar, sivîl û hemû kesên ku di saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de dixebitin kirine hedef.
El Zobaa da zanîn ku pîlanên derve hene ku piştgiriyê didin DAIŞ'ê û got:"Hemû cîhan dizane DAIŞ`ê ji hêla kî ve tê piştgirîkirin. Armanca wan ew e ku aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî têk bibin. Xala yekem a peymana ku di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Ehmed El Şerii de hatiye imzekirin, agirbest e. Lê ev pêk nehat, ji ber ku agirbest ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz ve hate binpêkirin. Hin alî dixwazin ewlehî û aramiya li Sûriyeyê têk bibin, hin aliyên din jî dixwazin welêt wekî rehîneyê nakokiyên mezhebî, şerên navxweyî û parçebûnê bihêlin. Em bi cudaxwaziyê hatine tawanbarkirin, lê em ne cudaxwaz in. Em pabendî yekîtîya axa Sûriyeyê û aştiyê ne."
Tedbîrên pêwîst hatine girtin
Sayil El Zobaa destnîşan kir ku QSD xwedî ezmûn û hêz e û dikare bi çeteyên DAIŞ'ê re şer bike, lê êrişên dawîn nîşan didin ku DAIŞ`ê hewil dide xwe ji nû ve rêxistinkirina bike û hebûna xwe vejîne. Êrişên wan di demên dawî de li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. El Zobaa destnîşan kir ku QSD xwedî yekîneyên taybet e ku ji bo şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatine perwerdekirin. Tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine girtin, xalên kontrolê hatine zêdekirin û şaneyên ku li herêmê hatine bicihkirin têne şopandin. Sayil El Zobaa diyar kir ku QSD'ê berî demekê serçeteyekî DAIŞ'ê girtiye û got:"Ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê heta îro, QSD'ê zêdetirî 95 çeteyên DAIŞ'ê girtine.” Sayil El Zobaa peyamek da pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku erkê hêzên wan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê biparêze, û wê li hember herkesê ku hewl bide ewlehiyê têk bibe, bisekine.
ANHA/HESEKÊ