Divê Kurd li Parlementoyê bibin yek

În 7 Mijdar 2025 - 03:28

Rojnameger Baran Germiyanî yê ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê geşedanan ji nêz ve dişopîne, girîngî û xetereyên muhtemel ên hilbijartinan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.

Çima ev hilbijartin girîng in û taybetmendiyên wan ji yên din çi ne?

Li Rojhilata Navîn guhertinên girîng diqewimin, hin dewlet ji nû ve tên damezrandin û hin rejim hatin rûxandin. Hilbijartinên Iraqê jî di demek wiha de tên kirin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin girîng in. Hin taybetmendiyên van hilbijartinan hene ku wan ji yên din cuda dikin. Şerê Îsraîl-Xezeyê, şerê Îsraîl-Îranê, tevlîbûna DYE’yê di vî şerî de, herwiha hilweşandina rejîma li Sûriyeyê... Ji bo Iraqê jî rîskeke wiha heye. Dibe ku tevgereke nû derkeve holê. Ji ber vê yekê girîng e. DYE jî dixwaze bi rêya van hilbijartinan bandora xwe li Iraqê zêde bike. Li ser Iraqê şerekî wiha heye. Rewşa Başûr (Herêma Federe ya Kurdistanê) jî heye. Ev xetere ji bo wir jî derbasdar in. Dibe ku hin guhertin çêbibin, hikûmet biguhere. Di navbera Sudanî (Muhammed Şiya es-Sudanî/serokwezîrê niha) û Malikî (Nûrî el-Malikî/serokwezîrê berê) de nakokiyek heye. Sudanî dixwaze careke din bibe desthilat. Li hemberî wî Malikî heye. Hemû Şîe di lîsteya Malikî de ne. Sadr (Muqteda es-Sadr) ji hilbijartinan vekişiya. Sudanî dixwaze careke din bibe serokwezîr. Malikî jî dixwaze wek berê bibe desthilat. Tevgera Sadr, li Iraqê tevgera herî naskirî ye. Xwedî girseyeke mezin e. Di hilbijartinên berê de jî boykot kiribû, beşdarî hilbijartinan bûbû lê wekîlên wî yên hatin hilbijartin neketin parlamentoyê. Beşdarnebûna Sadr bandoreke mezin li ser hilbijartinên Iraqê dike. Ji ber ku tevgera herî naskirî ye. Helbet bandor dike.

Rêjeya beşdarbûna van hilbijartinan dibe ku ji yên din kêmtir be. Sadr dora 1 mîlyon hilbijêrên wî hene û ew ê beşdarî hilbijartinan nebin. Ev jî wê bibe sedema kêmkirina rêjeya beşdarbûna hilbijartinan.

Partiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê çawa xwe ji bo hilbijartinan amade dikin?

PDK weke berê propagandaya xwe li ser neteweperestiyê bi rêve dibe. Di nava wan de jî cudahî heye. YNK di xebatên hilbijartinê de propagandaya çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Bexdayê dike. Çareseriya pirsgirêkên wekî budçe û xala 140’î (derbarê statûya Diyala, Mûsil û Selahedînê de) li Bexdayê dixwaze. Dirûşmên wan di vî alî de ne. Lêbelê li ser berjewendiyên gel tu daxuyaniyên wan nînin. Tenê Serokê YNK'ê Bafel Talabanî di civîna xwe ya li Ranyayê de got ku ew ê axa Başûr ji bo hêzeke din peşkeş nekin. Li ser dijberiya hev propagandayên hilbijartinê dikin. Li Başûr zêdeyî salek derbas bûye, lê hîn jî hikumet nehatiye avakirin. Partî bi vê yekê hevdu sûcdar dikin. YNK dibêje, em rê nadin rêveberiyekek ku tenê PDK tê de beşdar be. PDK jî dibêje "Em amade ne, lê YNK naxwaze." Di navbera wan de şerek heye. Daxwazên gel çi ne, bendewariyên Kurdan ji Bexdayê çi ne, gelo pirsgirêka budçeyê wê çareser bibe... Ev mijar ne di rojeva wan de ne.

Rewşa paşxistina hilbijartinan heye?

Erê, heye. Her çend Komîsyona Hilbijartinê bibêje ku hemû amadekariyên wan ji bo roja 11'an temam bûne jî, geşedanên li Rojhilata Navîn û bandorên Îran û DYA'yê xetereyek wiha çêdikin. Em nikarin heta roja dawî bizanibin ka dê hilbijartin çêbibin an na. Berê jî wisa bû. Dibe ku piştî van hilbijartinan jî şer û pevçûn çêbibe. Di sala 2005’an de di navbera hêzên Sunnî û Şîe de şer derket. Piştî wê êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hene. Êrişên Iraqê yên li ser Kerkûkê çêbûn. Em dibînin ku piştî her hilbijartinê şerek çêdibe. Li ser Iraqê şerek tê meşandin. Hêzên ku me behs kirin, bi derxistina nakokî û pevçûnan, armanc dikin ku li gorî wan hikûmetek bê damezrandin. Dibe ku piştî van hilbijartinan jî rewşeke bi vî rengî çêbibe.

MA/AZAD ALTAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.