Pêkanîna peymana 10’ê Adarê divê

Duşem 1 Îlon 2025 - 03:10

Koçberên Serêkaniyê diyar kirin ku zehmetiyên wan dijwartir dibin û gotin:"Gerek em bi ewle vegerin warê xwe. Divê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser pêkanîna xalên itîfaqa 10’ê Adarê cidî be. Bi taybet xalên vegera bi ewle ya koçberan."

Koçberên Serêkaniya dagirkirî tevî guhertinên li Sûriyeyê û rûxandina rêjîma berê ya Beşar El Esed hîn di konên koçberiyê de dijîn. Di bin germa zêde û nebûna ava vexwarinê de zehmetiyên zêde dikşînin. Bi taybet bi qutkirina ava vexwarinê ku dewleta Tirk ji stasyona Elok ji ser bajarên Hesekê û Til Temir qut kiriye, êşa koçberan hîn zêdetir bûye.

Heta niha 25 hezar malbat ku ji 15 hezar û 650 kesan pêk tê, li kampa Serêkaniyê ya Hesekê hatine bicihkirin.

Koçberên Serêkanyê ji sala 2019’an ve li kampan dimînin. Ji bilî kampa Serêkaniyê hejmarek kamp û cihên din ên niştecihbûna koçberên Serêkaniyê hene.

Koçberê bi navê Beşar Koreş ê niha di kampa Serêkaniyê de dimîne li ser mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Mirov çawa dikare êşa van xelkên mal û milkên xwe winda kirine, bibêje. Îro jî em di konên besît de dijîn. Di konan de li benda rehma rêxistinan, dijîn. Rewşa koçberan gelekî zehmet e. Em dixwazin vegerin malên xwe.”

Koçberê bi navê Ebdulrezaq Mihemed behsa rewşa koçberiyê ya dijwar a di hundirê kampê de kir û ev tişt anî ziman: “Em li vir rewşa zehmet û dijwar a koçberiyê dijîn. Çavkaniyên jiyanê yên sereke nayên peydakirin. Zarokên me zehmetiyan dibînin. Bi taybet di demsala havînê de germa derbasî nava konên me dibe. Dihat payînkirin em bi awayekî demkî di van konan de bimînin. Lê koçberî dirêj bû. Zehmetiyên me dijwartir dibe. Gerek em bi ewle vegerin warê xwe. Divê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser pêkanîna xalên itîfaqa 10’ê Adarê cidî be. Bi taybet xalên vegera bi ewle ya koçberan.”

ANHA/HESEKÊ/DIYAR EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.