Ji bo Filîstînê banga agirbestê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:22

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres ji bo Xezayê banga ‘agirbesta lezgîn’ kir. Guterres her wiha xwest ku dîlgirtiyê şer bêne berdan.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Yekşemê ji bo Şerîda Xezeyê banga agirbesta 'lezgîn' kir. Her wiha bang kir ku dîlgirtî bêne berdan, alîkariya ji bo xaka Fîlîstînê ya dorpêçkirî bê zêdekirin.

Guterres bi dîmen tevlî konferansa alîkariya navneteweyî ya li Qûweytê bû û got, "Ji bo agirbesta mirovî ya lezgîn, ji bo berdana hemû dîlgirtiyan bê şert û merc, ji bo zêdekirina bi lez a alîkariya mirovî ez banga xwe û banga tevahiya cîhanê dubare dikim."

Guterres got, "Lê belê agirbest wê bibe destpêkek. Ji bo rizgariya ji vê travma û hilweşîna ji ber şer, divê em hîn bêhtir bimeşin."

Li gorî çavkaniyên Fîlîstînê ji 7'ê Cotmehê û vir ve ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê derdora 35 hezar kes mirin, nêzî 80 hezar kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.