NY: Tirkiyê sûcê şer dike

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:39

  • Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm  têkildarî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a li ser Sûriyeyê ku ji 26 rûpelan pêk tê û 11'ê Adarê hate eşkerekirin axivî.

HÎVDA HEBÛN / ANF / QAMIŞLO

Xalid Îbrahîm yê ku ji ANF’ê re axivî, anî zimên ku mîna di raporê de hatiye ragihandin, li vê xakê komkujî, koçberî, talan û krîza aboriyê dewam dike û got, "Her sal ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve raporên bi heman rengî têne weşandin. Mirov dikare hinekî din bi rengekî pozîtîf li vê raporê binihêrin.’’

Rapor baş e lê kêm e

Îbrahîm bi domdarî got,’’Di raporê de hin tespîtên rast hene. Bi taybetî gelekî girîng e ku hatiye destnîşankirin ku dewleta Tirk êrîşî binesaziya herêmê dike, li ser ewlekariya herêmê gefeke, dibe sedema krîz û kaosê û sûcên şer dike. Bi derengî jî be weşandina raporeke bi vî rengî erênî ye. Lê belê tevî vê yekê jî aliyên xwe yên kêm mane hene."

Sûcên şer hatin dîtin

Xalid Îbrahîm bi domdarî xwest ku komîsyonên taybet ên navneteweyî bêne avakirin û ev komîsyon bêne herêmê û çavdêriyê bikin û got,’’ Gelek saziyên navneteweyî û saziyên ji herêmê hatin, bi çavên xwe encama siyaseta talanê ya dewleta Tirk dîtin. Eşkere ye ku dewleta Tirk dixwaze li vê derê careke din gel bixe nava krîz û kaosê, koçberiyê ferz bike û şerekî mezin li herêmê bide destpêkirin. Ev hemû jî bêguman dikevin ber kategoriya sûcê şer. Wan jî ev hemû dîtin û di raporê de cih dan vê yekê. 

Divê rapor xwedî encam be

Îbrahîm her wiha destnîşan kir li gel ku di raporê de tespîtên li ser sûcên dewleta Tirk hebin jî li ser darizandina dewleta Tirk a ji ber van sûcan tiştek nîne, ev weke kêmasiyekê nirxand û wiha pê de çû: ‘’Hem Neteweyên Yekbûyî hem jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar diviyabû li ser vê mijarê helwesteke hîn şênber nîşan bidabûna. Têrê nake ku tenê di raporê de bê destnîşankirin. Bêguman raporên bi vî rengî xwedî bandor in, lê belê eger di demeke nêz de nikaribe encamên erênî biafirîne zêde girîngiya xwe namîne. Em dibêjin, divê raporên bi vî rengî xwedî encamên şênber bin. Kî dibe bila bibe divê berdêla van sûcan bidin, hesab bidin. Mixabin heta niha tiştekî bi vî rengî nehatiye kirin."

Tirkan li Efrînê sûcên şer kirin

Xalid Îbrahîm ragihand sûcên dewleta Tirk ji xwe ji aliyê her kesî ve tê dîtin û zanîn û got, "Bi taybetî sûcên şer ên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Di vê mijarê de em timî di nava hewldanan de ne. Bi civak û saziyên navneteweyî re karên me hene. Proje û pêşniyarên me hene. Hewldana me beriya her tiştî ji bo rawestandina vî şerê li dijî gelê me ye. Piştre jî hesabpirsîna ji sûcdarên şer û li dijî mirovahiyê ye. Mixabin em di nava tevlîheviyeke siyasî de ne. Gelek berjewendiyên siyasî yên dewletan hene. Rola van hene."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.