Bêdengî cesaretê dide Tirkan

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 01:45

MELEK AVCI / JINNEWS / ENQERE

Êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Avaşîn, Metîna, Zap, Xakurê û Garê ji sala 2022’an heta niha didome. Di êrişan de bi dehan carî çekên kîmyewî û qedexe hatin bikaranîn. Derbarê vê de lêpirsînek nehat destpêkirin û ekîbên ku  xwestin biçin herêmê jî ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin. Rêvebera berê ya IPPNW’ê ya Almanyayê û rêvebera koma xebatê ya "Deutschland-Turkeî-Kurdistan" akvîtîsta aştiyê Dr. Gîsela Penteker ji 1982’yan heta niha bi awayekî çalak di tevgera aştiyê de cih digire. Gîsela ku di qada Tirkiye, xizmetên tenduristiyê, travma, koçberî û îltîcayê de xebat meşand, der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve axivî.

Bi tenê guman jî têrê dike 

Gîselayê da zanîn ku şerê li Kurdistanê biqasî şerê li Gazze û Ukraynayê di çapemeniya cîhanê de cih negirtiye û got:’’Mixabin di çapemeniya Alman de biqasî şerê Ukrayna û Gazzeyê, şerê li Kurdistanê cih nagire. Mirov ji bo ji wir agahî bigirin divê kanalên taybet bên bikaranîn. Ji ber vê jî mirov derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, nûçe zêde nayên dîtin. Em pê agahdar nabin. Lê li ser gumanekê jî divê lêkolîn bê kirin. Guman tenê sedema lêkolînê ye.”

Qada navneteweyî cesaretê dide 

Gîselayê her wiha anî ziman ku Tirkiye derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ne bi fikar e û ji ber dizane ku qada navneteweyî tiştekî nake û got:“Tirkiye di bikaranîna çekêm kîmyewî de pirsgirêkê nabîne. Dîtin ku ne xema mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî ye. Ev tecrube kirin. Bêdengiyê dizanin. Ji ber vê di  pêkanîna vî sûcî de xwe azad dibînin. Welatên ku peymana navneteweyî îmze kirin hema hema hemû li ser çekên kîmyewî û biyolojîk lêkolînan dikin. Heta bawer im tenê stokên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê tune ne.”

Derdê PDK’ê yê çareseriyê tine ye 

Gîselayê di dawiya axaftina xwe de got:“Lêkolînên Neteweyên Yekbûyî fikrek baş bû. Lê bi rêbazên heyî lêkolînek bi bandor nayê kirin. Xwe bixwe dixapînin. PDK bi çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd re eleqeder nabe. Ev bi aşkera tê dîtin. Êrişên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê dijhiqûqî ye. Gaveke çareseriyê ya Tirkiyeyê tune ye. Mixabin ronahiyek nayê dîtin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.