Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî
Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 15:50
- Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi hincetên bêbingeh berdana girtiyan tê astengkirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan/Enqereyê 12 girtiyên jin ku hin ji wan 30 sal in girtî ne, nayên berdan. Endama Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Sîpan Cîzrelî axivî û bi bîr xist ku sala 2021'ê bi guhertina qanûnî re di berdana bi şert de krîtera 'rewşa baş' hate zêdekirin û got, bicihanîna vê krîterê bi rengê 'ferzkirina poşmaniyê' ye. Cîzrelî got, "Li tevahiya Tirkiyeyê li 119 girtîgehan girtiyên siyasî hene. Li van girtîgehan bi giştî yek an jî du caran berdan tê taloqkirin, lê belê bi biryarên Desteya Çavdêriyê re berdana bi şert tê kirin. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ji sala 2021'ê û vir ve ti girtiyên jin nekarîn ji berdana bi şert sûdê werbigirin."
Parêzer Sîpan Cîzrelî ragihand ku beşeke mezin a jinan salên dûr û dirêj in girtî ne, vê yekê bandoreke cidî li tenduristiya wan kiriye û got, "Niha ji 12 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê berdana wan tê astengkirin 5 ji wan 30 sal in girtî ne. Mînak Sermîn Demîrdag 33 sal in girtî ye. Girtîmayina demdirêj, mayina li qada girtî li gel bandorên psîkolojîk û fîzîkî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Astengkirina berdanê her wiha wergirtina xizmetên tenduristiyê jî dereng dixîne." ANF/ENQERE