Ma pêvajoya aştiyê ev e?

Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:35

Dayik Refîka Nergis bertek nîşanî hewldana êrîşa leşkerî ya li ser gorên endama YJA Starê Azize Onkol û endamê HPG'ê Rojhat Onkol da û got, "Ger ew bi vî rengî tevbigerin, baweriya kesî dê nebe. Ma pêvajoya aştiyê ev e? Mirov baweriyê winda dikin."

Gorên Azize Onkol (Dîcle Avaşîn), endama YJA Starê û Rojhat Onkol, endamê HPG'ê, li gundê Kêlesi yê taxa Çemê Elika, li navçeya Licê ya Amedê, di 26'ê Tebaxê de bi mudaxeleya leşkerî rû bi rû ma. Gorên xwişk û bira yên li goristana Laşer Çem hedef hat girtin. Li ser bingeha fermanek ji Wezareta Karên Hundir a ji bo dozgeriyê ya 'hilweşandina goran' ev mudaxale hat kirin. Ev agahî bi devkî rasterast ji hêla leşkeran ve ji malbatê re hatibû ragihandin. Lêbelê, ji ber nerazîbûna endamên malbatê, gor nehatin hilweşandin. Vê carê, leşkeran xwestin ku wêneyên li ser kevirên gorên xwişk û birayan werin rakirin.

Dayika Azize Onkol û Rojhat Onkol, Yildiz Onkol û meta wan, Refika Nergis li hember hewldana êrîşa li ser gorên wan bertek nîşan dan.

Daxwaza aştiyê kir

Yildiz Onkol diyar kir ku ji bo rakirina wêne û nivîsan a ji goristanê zext li wan hatiye kirin û got: "Ji aliyekî ve dewlet dibêje ku ew ê aştiyê bîne lê ji aliyê din ve heqaretê li me dikin. Gelo aştî bi vî rengî dikare were bidestxistin? Bi vî rengî behsa aştiyê nayê kirin. Bi qasî ku em dikarin em aştiyê dixwazin, em dibêjin xwişk û biratî, lê em vê nêzîkatiyê ji wan nabînin. Xwişk û biratî tune. Em xwişk û biratî dixwazin. Zarokên me şehîd bûn, em aştiyê dixwazin. Em bi vê niyetê nêzîk dibin, lê ew niyeta wan tune."

Dê têkoşîna me bidome

Refîka Nergis, hêviya xwe ji bo pêvajoyê anî ziman, bertek nîşanî êrîşa leşkeran a li ser goristanan da û got: "Em jî matmayî man. Ew qala pêvajoya aştiyê dikin. Ez dereng hîn bûm ku leşkeran êrîşî goristanên me kirine. Vê yekê me pir êşand; dilê me şikand. Êşa me jixwe têra xwe giran bû. Em ê heta dawiya jiyana xwe li pişt şehîdên xwe bisekinin, em ê rêya wan bişopînin. Em ê heta ku dilopek xwîn ji me re bimîne têbikoşin. Ji aliyekî ve ew qala pêvajoya aştiyê dikin, lê ji aliyê din ve zilma wan berdewam dike. Her du gorên ku leşkeran êrîşî wan kirin gorên zarokên min bûn. Em difikirîn ku em dikarin di vê serdemê de wekî xwişk û bira bijîn. Lê dev ji me berde, ew nikarin miriyên me jî tehemûl bikin. Ger ew bi vî rengî tevbigerin, baweriya kesî dê nebe. Ma pêvajoya aştiyê ev e? Mirov baweriyê winda dikin."

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.