Krîzên li Rojhilata Navîn
Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 17:15
- Rêber Apo di nirxandinên xwe de wiha qala heqîqeta civakê dike: “Çi di nava xwe de û çi li derveyî xwe, rastiya civakî qadê ji zordestî û mêtinkariyê re nehêle, mirov hingê dikare behsa wate û heqîqeta azadiyê bike. Di vê rewşê de wate û heqîqet azad e. Azadbûn bi wate û bi heqîqetê mumkîn e.”
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ a berga 4’an ya bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî balê dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Nirxandin û analîzên Rêber Apo yên li ser ‘Heqîqeta civakî û şêwayê Xerîbketinê’ wiha ne:
Rêber Apo li ser mijara heqîqeta civakê vê tesbîta girîng dike: “Çi di nava xwe de û çi li derveyî xwe, rastiya civakî qadê ji zordestî û mêtinkariyê re nehêle, mirov hingê dikare behsa wate û heqîqeta azadiyê bike. Di vê rewşê de wate û heqîqet azad e. Azadbûn bi wate û bi heqîqetê mumkîn e. Ya/yê azadiya wî/wê nebe, nasnameya wî/wê ango wate û heqîqeta wî/wê nabe. Civakên dikevin bin serweriya tehlûke (tinebûn, xela, heywanên dirrinde, zehmetiyên avhewayê, şewb) û bereketên (hebên zêde yên fêkiyan, mêwe, heywanên nêçîrê, avhewaya xweş, rewşên têkûz û ewle) ji ber şertên xwezayî pêk tên û civakên li ser wan mêtinkarî û zordestî têne meşandin, şêweyên heqîqetên wan cuda pêk tên.”
Rêber Apo vê heqîqetê bi van du xalên esasî digire dest û vê nirxandinê dike:
“1-Di şert û mercên hê tehekuma civakî pêşneketî de şêweyên sereke yên heqîqetê mîtolojî, dîn û huner in. Di diyarkirina heqîqetê de para zanist û felsefeyê bi sînor e. Şêweyê îfadeyê yê giraniya xwe heye, mîtolojî ye. Mîtolojî weke tê zanîn vegotinên bi şêweyê çîrok, çîvanok, efsane û destanî ne. Di mîtolojiyan de mutleq heqîqetek veşartî ye. Ya rastî, mîtolojî şêweyekî vegotina heqîqetê ye. Dînê di şaristaniyê de hatiye dakirin jî li gorî mîtolojiyê aliyê xwe yê bawariyê zêdetir e û şêweyekî vegotina heqîqetê ye ku misoger nirxên heqîqetê xurt dike. Dîn ew mîtolojî ne ku baweriya bi rastbûna wan ji sedî sed e. Di hukim û baweriyên dîn de wekhevbûn û yeksanbû neke bi heqîqetê re heye. Tesîreke giran a dîn û mîtolojiyê li ser Zanyartî (felsefe) û zanistî heye. Huner weke şêweyekî heqîqetê bi zêhniyeta dînî û mîtolojîk di nava têkiliyeke xurt de ye. Dixwaze wateyê weke muzîk û xêzan îfade bike. Ji lewra lêkolînkirina wateya li muzîk, resim û peykeran hatiye barkirin, xebateke girîng a heqîqetê ye. Ya girîng resim, muzîk û peyker bi xwe nînin; weke mane û heqîqeta îfade dikin, nirxa wane.
2- Weke sîstema civaka çînî û dewletdar ji ber ku hem di nava xwe de hem li derveyî xwe li tehekumê rast tê û diqelişe, civaka şaristaniyê weke wate û heqîqet jî parçe dibe. Wexta ku tehekum tevlî vegotina mîtolojîk û dînî dibe heqîqet xerîb dikeve. Xerîbketin di derbarê cewher û hebûna civaka şareza de ye, bi tenê xwe nasipêre vegotinê. Ji ber ku wateyên di naveroka xwe de dihewînin weke heqîqet pêşkêş dikin, paradîgmayên rêxistiniyên tehekumê yên jiyana civakî hûrûkûr diguherin. Di civakê de şêweyên paradîgma yên jiyanê yên nakok û yên rê didin ber, pêk tên. Xerîbketin bi keritandin, verotin û helandina heqîqetê pêk tê. Xerîbketin nirxa xwe weke heqîqetê di encama hewldanên ji bo qebûlkirina berevajîkirin, zordestî û reşkirinê de timî kêm dibe. Wexta ku heqîqeteke pêre şer bike namîne, civaka xerîbketî vediguhere lodeke bê wate. Avahiyên behsa wan tê kirin ji bo civakê bi tenê bar in; bi awayekî nexweşiyeke civakî ne. Muhafezekarî, hişkebawerî weke faşîzm bi navên patolojîk têne hildan. Xerîbketin weke rastiyeke civakî ya ne xweşketî êdî bê wate ye. Jidestdana wateyê rewş civakê, nîşan dide."
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN