Dawiyê li dorpêçê bîne
Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 15:20
- Şêniyên kantona Reqayê piştgiriya xwe ya bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re anî ziman û ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re got divê dawî li dorpêç û tundiyê bîne.
Di roja 6’ê Cotmehê de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewl da bi panzeran bikevin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Di heman demê de her du tax topbaran kirin. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 60 birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan û şêniyên wan bersiveke tund da. Hêzên hikumeta veguhêz neçarî vekişînê kirin.
Piştî wê di navbera aliyan de lihevkirin çêbû û li gorî wê divê rêyên di navbera her du taxan û herêmên din ên Helebê de werin vekirin. Lê hîn jî hikumeta veguhêz a Sûriyê 3 bendên kontrolê yên nû li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêkirin. Endamên wan bendan welatiyan radiwestînin û tevgera wan asteng dikin.
Şêniyên Reqayê tevgera hikumeta veguhêz a li dijî şêniyên her du taxan bi tundî şermezar kirin.
Ferîde Ebdulrehman destnîşan kir ku pêkanîna dan û stendina di navbera gelê Sûriyê de tekane riya çareseriyê ye û ev tişt anî ziman: “Dan û stendin rêya herî baş a çareseriyê ye. Em hemû gelê Sûriyê ne. Em şer naxwazin, berûvajî wê em hemû aştiyê dixwazin. Lê hikumeta veguhêz pabendî peymanan nabe. Em jê re dibêjin divê li gorî peyman û itîfaqan tevgere û dest ji binpêkiririnan berde.”
Mihemed El Dekil jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrişan qebûl nakin. Êrişên li dijî xwişk û birayên me yên kurd û xiristiyan in. Em her dem aştiyê û aramiyê dixwazin. Em cudaxwaziyê red dikin.”
ANHA/REQA/MIHEMED EL XELÎL