Ronî Baz Tovî bû çavkaniya pêşengiyê
În 10 Cotmeh 2025 - 16:30
- Mûrat Karayilan têkildarî Ronî Baz Tovî de diyar kir ku ew bûye hêvî û wiha got:” Dixwend, rewşenbîr bû, bi çavekî vekirî dikarî li dinyayê, welêt û heqîqetê binêre.”
Mûrat Karayilan ji çiyayên Kurdistanê têkildarî Ronî Baz Tovî (Cûmhûr Korkmaz) axivî ku 10'ê Tîrmeha 2023'yan şehîd bû û bi berfirehî qala têkoşîn û kesayetiya wî kir. Karayilan anî ziman ku Ronî Baz Tovî li gel temenê xwe yê ciwan di xeta Apoyî de xwe kûr kir û ji bo ciwanên Kurdistanê bû hêvî û çavkaniya pêşengiyê.
Nirxandin û vegotina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
"Heval Ronî Baz (Cûmhûr Korkmaz) hevalekî me yê ciwan e ku li ser hîmê welatparêziya gelê me yê Geverê mezin bûye û wisa tevlî nava refên me bûye. Heval hîna di temenek biçûk de tevgerê nas dike, ji ber malbat jî welatparêz e, heval Ronî jî tevgerê zû nas dike û di serdema dibistana amadeyî de beşdarî xebatên ciwanan dibe. Piştre diçe zanîngeha Stenbolê û li wir dixwîne. Dema zanîngeha Stenbolê dixwîne, pê re hesab dayîn û standin çêdibe. Berê jî, li gorî ew dibêje hestek wiha pê re çêdibe, lê bi ser nakeve. Lê dema diçe Stenbolê di salên destpêkê yên zanîngehê de di nava xebatên welatparêziyê de cih digire, lê bi xwe re dikeve danûstandinan. Temaşe dike ku wisa nabe, yanî wek ciwanek Kurd naxwaze wisa were mezaxtin, ango naxwaze weke kole bijî. Ciwanekî azad ê Kurdistanê divê tenê bi xwendina zanîngehê re sînordar nebe, wisa difikire û di sala 2007’an de wê demê tevgera me pêngava ‘Êdî bes e’ ji bo azadiya Rêber Apo pêş xist. Pêngaveke wisa gelêrî di nava gel de, mîna serhildanê hate pêşxistin. Hevalê Ronî jî di wê serdemê de xwe mîsoger dike, yanî biryara xwe dide. Bi xwe dixwîne, parêznameyên Rêbertî dixwîne, dişopîne. Li Stenbolê bi çavekî objektîf li rewşa civaka Kurd dinêre. Di rapora xwe de jî wisa anî ziman. Yanî bi vî rengî cihê xwe di nava refên şoreşê de dibîne. Wisa biryar dide û tevlî dibe.
Heval Ronî weke fermî ne endamê Komîteya Navendî bû, lê belê weke pratîkî xebatên Komîteya Navendî dimeşand. Ji ber ciwantiya xwe bêguman wisa di her mijarê de xwedî tecrube nebû, lê di warê teorîk de xwe pêş xistibû. Dixwend, rewşenbîr bû, bi çavekî vekirî dikarî li dinyayê, welêt û heqîqetê binêre. Ciwanekî Apoyî û bi biryar bû, xwedî sekin bû. Tişta herî girîng, xwe lêpirsîn dikir, xwe rexne dikir. Li gorî fikir û ramanên Rêber Apo xwe li ber çavan re derbas dikir. Di platforman de rexnedayîna xwe dida. Di nava lêgerînê de bû, ango ez ê çawa xwe bigihînim rêhevaltiya tam, çawa xwe temam bikim. Nedigot, ev kesên derdorên min bi temen in, xwedî tecrube ne û bi cesaret dikarî biaxive û nêrînên xwe bide. Piraniya nêrînên wî objektîf bûn. Yanî ciwanekî wisa hem bi Kurdewariya xwe, hem bi seknên xwe yên şoreşgerî û azadiyê, bi nêzbûna xwe ya li hember jina azad, çawa li hemberî zilamê serdest têkoşînê bimeşîne, di xwe de çareseriyek çawa pêş bixe, çawa bi jin re rêhevaltiyek rast bike, yanî bi vî rengî xwe lêpirsîn dikir. Mirov dikare bêje ku demek kurt xwe pêş xist. Di warê jiyanî, fikrî û performansa rêxistinî de astek qezenc kiribû. Hevalê Ronî hevalekî wisa bû. Wek cewherek bû, hêviya pêşerojê dida. Bi sekna xwe, bi nêzbûnên xwe yên rêzdar, bi hezkirina xwe ya rêhevaltiyê, bi dilsoziya bi nirxan û xeta Rêber Apo re, xwe kiribû parçeyekî tevgerê. Bê guman dem kurt wisa xwe çareserkirin, ne tiştekî ji rêzê ye.
Rêheval Ronî Baz Gever pêşengekî serdemê bû lê belê ji bo pêşerojê jî peyameke mezin dida. Yanî ji bo pêşerojê li ser xeta Rêber Apo pêş bikeve, bibe pêşengekî ku bikaribe baran bigire ser milên xwe, rol bilîze û bibe kesekî wisa. Êdî ev xet li pêşiya xwe vekiribûn. Jixwe ji ber ku gihîştibû wê astê dijmin ew hedef girt. Ji ber ku dijmin bi awayekî taybet şehadeta heval Ronî kir hedef. Wisa di 10’ê Tîrmeha 2023’yan de gihîşt şehadetê. Di wê demê de jî li ser erkekî Partiyê yê girîng bû. Demekê bi perwerdeya kadroyan re mijûl bûbû. Di perwerdeya Komîteya PKK’ê de cihê xwe girt. Û demekê jî weke rêveber û koordîne erk girt. Ji ber ku êdî gihîştibû wê astê. Weke min anî ziman her çi qas bi awayekî fermî ne endam jî bû lê belê bi kiryarî weke endamekî Komîteya Navendî rol dilîst û heqê wê jî dida. Dikarî van rolan pêk bîne. Ev yek jî diyar dikin ku pêşerojeke zelal li pêşiyê bû û dikarî di nava vê şoreşê de roleke mezintir û girîng bilîze. Yanî ciwanekî wisa bû ku mirov dikare bibêje ku li ser bingeha welatparêziya malbat û herêma Geverê mezin bûbû û xwendibû. Xwe gihandibû astekê û di kesateya xwe de lêpirsîn û guhertin ava kiribûn. Perwerdeyên Partiyê dîtibûn û rastî Partî jî li ser vê yekê sekinîbû. Partiyê wisa ew perwerde kir. Ji ber van yekan ew bûbû ciwanekî wisa ku di kesayeta wî de pêşeroj hebû. Jixwe ji ber wê yekê dijmin ew kir hedefa xwe. Di serî de ji bo ciwanên Geverê û piştre ji bo hemû ciwanên Kurdistanê heval Ronî weke mînakekê ye. Yanî kesek çawa dikare di demeke kurt de pêş bikeve, xwe ava bike û çawa xwe li ser bingeha fikir û ramana Rêber Apo ava bike. Çawa xwe bike milîtanek. Ev yek bi gotinan pêk nayên. Divê mirov li ser xwe bisekine. Niha diyar dibe ku wisa nabe ku kesek bes li ser welatparêziyê tev bigere. Na bes wisa nabe. Divê mirov bi xwe hewl bide. Bi xwe kedê raber bike. Ji ber vê yekê heval Ronî bi navê xwe yê li malê Cûmhûr Korkmaz, ji bo her ciwanekî mînakek mezin e. Ew şopdarekî Elî Çîçekan e. Jixwe di girtîgehê de jî ev yek nîşan da. Li derve jî bi sekna xwe ya bi pîvan, bi prensîb û bi rêgezên tevgerê ev heqîqet nîşan da.
ANF/BEHDÎNAN