TOKÎ mahkumê bêewlebûnê dike
Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 15:10
- Di projeyên TOKÎ’yan de ku dewlet di bin navê "avahiyên civakî" de dide ber bazarê, jin û zarok di bin şertên bê ewlehî û ne hîjyen de têkoşîna jiyanê didin. Li TOKÎ’yên Oglakli, kolanên teng, guherîne îhmalkarî û tundiya bêdeng maye.
Li TOKÎ’yên Oglakli ya Rezana Amedê, welatî di bin şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Birîna avê, gelaş, kêmasiya binesaziyan, qelsiya xizmeta tenduristiyê û pewerdeyê gel bêzar kiriye. Welatiyan diyar kirin ku tevî bi dehan carî serlêdan kirine tu pirsgirêkên wan nehatine çareseririn.
Jinan bal kişandin ser pirsgirêkên li TOKÎ’yan û gotin divê demildest çareseriyek mayînde pêk bê.
Qadên ku jinan nîşan dan, nebûna rêveberiyê nîşan dide. Dar hişk bûne, paqijî qet tune ye. Jinan diyar kirin ku di nava gelaşê de ne û her der mêş û pêşû ne. Konteynirê gelaşê kêm in û gelaş hemû li ber deriyan e. Park darên wan hemû şikestîne, kanalîzasyon vekirî ne.
Li avahiyên TOKÎ lambeyên kolanan tune ne, kamerayên ewlehiyê nehatine bicihkirin. Ev jî rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Dema destdirêjî an jî tundiya li hember jinan pêk tê, ji ber nebûna kamerayan û kolanên tarî ser tundiyê tê girtin. Jinan diyar kirin ku ewlehiya canê wan tune ye û divê demildest kamera bên bicihkirin.
Li gel vê ji ber dibistan li TOKÎ’yan nehatine çêkirin, xwendekar diçin dibistanên dûr. Di heman demê de li cihê ku ji 5 hezar avahiyî pêk tê xizmeta tenduristiyê jî tune ye. Her wiha market, firin û bazar jî têr nakin.
Jinan diyar kirin ku divê demildest daxwazên wan bên cih û dewlet çareseriyê pêk bîne.
JINNEWS/AMED/RABÎA ONVER