Nobeta li Mexmûrê didome

Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 14:50

  • Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 159’an, di roja xwe ya 816’emîn de didome.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 159’emîn, di roja xwe ya 816’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 158’emîn Diljîn Kara daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ev tişt hat gotin: “Ew pêvajoyê ku Rêber Apo ji Sûriyeyê hate derxistin di sala 1998’an de planeke navneteweyî destpê kir. Ev destwerdana sîstematîk a hêzên cîhanî li dijî îradeya gelê Kurd û gelan e. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiya hemû gelan hedef girt. Lê bi berxwedana Rêber Apo komplo vale hat derxistin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 159’emîn û dirûşmeyan dawî bû. NÛJINHA / MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.