Rewşa girtîgehan xerabtir bûye
Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 15:30
- Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Osman Başak bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: “Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de rewşa girtîgehan xerabtir bûye.”
Li girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, rewşa girtîgehan siyasî tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiriye jî ti guhertin çênebûne. Her ku diçe xerabtir dibe. Bi taybetî jî nêzîkbûna rayedaran, pêkanînên rêveberiyên girtîgehan, biryarên lijneyên çavderiyê ku berdana girtiyan asteng dike, rewşa girtîgehan radixe ber çavan. Tevî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” heye jî, ev pêkanîn di girtîgehan de her roj dibin sedema binpêkirina mafan.
Hevserokê Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Osman Başak axivî. Osman Başak bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û xwest rewşa girtiyan bê başkirin.
Osman Başak, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwişk-biratiya gelan û civaka demokratîk di 27'ê Sibatê de bangek kir. Osman Başak da zanîn ku di çarçoveya pêvajoyê gava çek şewitandinê jî hatiye avêtin û wiha got: “Vê yekê nermbûnek bi xwe re anî û hinekî dilê gel jî xweş bû. Lê, mixabin ji aliyê dewletê ve hêj gaveke şênber û berbiçav nehatiye avêtin. Em weke komele serdana malbatên xwe yên girtî dikin û malbat ji pirsa, ‘Wê zarokên me kengî bên berdan’ dipirsin. Xuyaye ku di vî warî de hêviyeke mezin a malbatan heye. Lê belê, ji bilî berdana çend girtiyên nexweş ên temenên wan mezin, heta niha ti tişt nehatiye kirin. Ev lijneyên çavderiyê ku berdana girtiyan asteng dikin, xetereyeke mezin e û em biryar û pêkanînên wan napejirînin. Tevî pêvajoyê jî ev pêkanîn tên kirin û berdewam in.”
Osman Başak di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo gel xwedî li vê pêvajoyê derbikeve divê gavên şênber bên avêtin û got: “Gava gel bêbawer bû, piştgirî jî kêm dibe. Em bang li hemû aliyan dikin ku bila êdî xwîn neyê rijandin, xwişk û biratiya gelan bê avakirin û deriyê zindanan vebe. Her wiha divê gerilayên serê çiya jî karibin bên vir. Daxwaziyên gel ên gelenperî ev in û em jî tev li gelê dibin. Çend meh beriya niha behsa ‘qanûna torba’ kirin, lê ev yek jî vala derket. Malbatên girtiyan xemgîn bûn û bertek nîşanî polîtîkayên dewletê didin. Ev yek baweriya gel û malbatan dişkîne. Xwesteka me ji Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ya Meclîsê ew e ku e ku bi gûhertina çend qanûnan girtî bên berdan. Ji bo aştiyeke mayînde avêtina gavan gelek girîng e.”
AW / WAN / BAZID EVRAN