Azadiya Ocalan gava destpêkê ye
Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 15:00
- Prof. Louis Lemkow anî ziman ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e û destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî divê gava destpêkê be. Lemkow got, "Ocalan ji bo gelê Kurd nîşaneya berxwedan û aştiyê ye."
Di çarçoveya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dikin. Di heman demê de ji qada navneteweyî jî piştgirî ji pêvajoyê re tê kirin. Yek ji van kesayetan ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow Zetterling e. Prof Lemkow Zetterling hewldanên çareserî û aştiyê ya li Tirkiyeyê ya têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, rola Ocalan, paşeroja demokrasiyê û rola civaka navneteweyî ji me re nirxand.
Prof. Lemkow anî ziman ku hewldanên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ên Rêber Apo gelekî girîng û got, "Piştî têkoşîna çekdarî ku zêdeyî çil salan, mirina bi hezaran kesî û birîndarbûna bi hezaran kesî, pêvajoyeke bi vî rengî divê weke pêşketineke mezin bê dîtin. Bi dîtina min ev yek gelekî bi wate ye. Ev yek di rêya çareseriyê de gava destpêkê ye, bêguman. Hîn qonaxa destpêkê ye lê belê destpêkeke girîng e. Em hêvîdar in ku encameke şênber ji vê yekê derkeve holê. Mirov dikarin xweşbîn bin, ji ber ku ev yek dikare weke gava destpêkê ya cidî ya têkiliya vê pêvaoyê bi pêvajoya aştiyê re bê danîn."
Prof. Lemkow anî ziman ku nabe Rêber Apo vê pêvajoyê di nava şert û mercên girtîgehê de bimeşîne û bi vî rengî dewam kir, "Nayê qebûlkirin ku Ocalan 26 sal in tecrîdkirî ye. Ev yek binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan e. Li gel vê yekê Ocalan li Tirkiyeyê fîgurekî gelekî girîng e, ji bo gelê Kurd jî semboleke aştiyê ye. Di heman demê de fikrên girîng daniye holê ku aştî bi çi rengî dikare bê bidestxistin û ji bo gelê Kurd xweserî çawa dikare pêk were. Li gel vê rola xwe jî dîlgirtina wî nayê qebûlkirin."
Prof. Lemkow işaret bi girîngiya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir û got, "Ev biryar li pêvajoya Abdullah Ocalan tê. Fesixkirina PKK'ê gaveke gelekî girîng e. Ya rast, di wê baweriyê de me ku di navbera Ocalan û Kongreyê de mutabaqatek heye. Zanim ku têkildarî vê yekê hin fikar hene, lê belê ev fikar bê bingeh in. Dibe ku bê îdîakirin ku gelê Kurd dibe ku hîn bêhtir bêparastin bimîne. Ez ne di wê baweriyê de me ku welê bibe.
Bêçekbûn hewldaneke gelekî girîng e ku rewşa gelê Kurd xurt dike. Di heman demê de daxwaza wan a ji bo aştiyê û rêveçûna ji bo vê armancê bi şênberî radixe pêş çavan."
Prof. Lemkow dewleta Tirk rexne kir ku li pêşberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn jî gavên şênber neavêtiye û got, "Di mijara rola dewleta Tirk û cidiyeta wê de fikar hene. Lê belê avabûna komîsyoneke li parlamentê weke min got, gava destpêkê ye. Lê li gorî min, efûyek û berdana girtiyan, bi taybetî jî berdana Ocalan wê bibe gaveke gelekî girîng. Gavên bi vî rengî di şerên beriya niha de hatin avêtin. Weke min got, her şer cuda ye. Lê belê li gorî min jestên bi vî rengî yan jî hewldanên bi vî rengî -efûyek, berdana girtiyan- wê gelekî girîng be û teqez tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike."
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN / SERKAN DEMÎREL