Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene

Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 16:30

  • Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Tirkiyeyê re berdewam in û got: “Qanalên vekirî hene. Dema hinek fikarên wan çêdibin bi me re parve dikin. Em dixwazin ev hevdîtin bidomin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di bernameyeke taybet a bi Ronahî TV’yê de, li ser rewşa siyasî û leşkerî, mijarên hevdîtinên dawîn ên bi şandeyên Amerîka û Şamê re, rewşa koçberan û beşdarbûna HSD’ê ya artêşa Sûriyeyê re nirxand.

Mazlum Ebdî di serî de bal kişand ser hevdîtina bi şandeya Amerîkayê re û got: “Serdana birêz Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê CENTCOM’ê, serdanek girîng bû. Hem ji bo hevkariya bi HSD’ê û şerê li dijî DAIŞ’ê, hem jî ji bo diyaloga di navbera me û Şamê de tê meşandin, piştgiriya xwe nîşan dan. Rewşa Sûriyeyê, rakirina cezayê Qeyser, pêkanîna tifaqa 10’ê Adarê hatin nîqaşkirin. Her wiha di van demên dawî de hevdîtinên me û Şamê hinekî rawestiya bûn. Em ê çawa van hevdîtinan xurt û bilez bikin, çawa karibin bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re, şerê li dijî terorê bimeşînin. Di van mijaran de civînek bi encam pêk hat. Bandora vê jî bi hevdîtinên me yên roja din bi Şamê re çêbûn û bû bingehek.”

Bi domdarî Ebdî bal kişand ser civîna li Şamê û wiha bal kişand ser naveroka civînê: “Em dikarin bêjin rêzecivîn çêbûn. Şande bi Serok Şerî re civiyan, Wezîrê Karê Derve Şeybanî re civînek pêk hat. Me pêvajoya şeş mehên derbasbûyî nirxand, çima heta niha lihevkirin pêş de neçûye? Ya din jî em ê ji niha û pê ve çawa pêvajoya diyalogê pêş bixin. Em bi awayekî vekirî bi hev re axivî. Ji ber wê jî encamgir bû. Di gelek mijarên esasî de me li hev kir. Helbet wê niha şandeyên me û wan di aliyê pratîkê de hevdû bibînin.

Ebdî, destnîşan kir ku wan berê jî gotibû ku ew Sûriyeyekê nenavendî dixwazin û ev tişt anî ziman: “Me ev nîqaş kir. Dibe ku em di mijarên mustelehatan de weke hev nafikirin, lê vînek heye ku em li ser naverokê li hev bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Ebdî bal kişand ser mijara entegrebûna HSD’ê ya nava artêşa Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Dema me peymana 10’ê Adarê îmze kir, mijara herî zêde me li ser nîqaş kir, me wê demê li hev kiribû. Me li ser beşdarbûna HSD’ê di artêşê de li hev kiribû. Me careke din li ser teqez kir. Ahmed Şerî jî ji vê re vekirî bû û ji nêrînên me re vekirî bûn. Me li ser beşdarbûnê li hev kir, lê helbet dê şande hevdîtinan pêk bînin û hûrgiliyan biaxivin. Ji bo me ya esasî ji bo keda hatî dayîn vala neçe, divê cihek layîqî xwe di artêşê de bigire, artêşa Sûriyeyê xurt bike û tirsa gelê me ji holê rake. Her kes jî dixwaze ji vê tecrubeyê sûdê wergire, wezîrê parastinê jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi xibreta HSD’ê heye. Di vî alî de lihevkirinek çêbû. Dê di demeke kurt de şandeya me ya leşkerî here gel wezareta parastinê û vê nîqaş bikin.

Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî wekî HSD’ê jî beşdarî hêzên ewlekariya hundirîn a Sûriyeyê bibin. Me tecrubeyek ji Şêxmeqsûdê jî girt. Dê ev pêvajo jî dest pê bike. Dê şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li gel HSD’ê here Şamê û vê mijarê nîqaş bikin. Li ser hûrgiliyan nîqaş bikin.”

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku wan di civînên dawî de li ser rewşa koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din axivîne û got: “Hîna hinek pirsgirêkên ewlehiyê hene. Lê dem hatiye ku vegerek rêxistinî çêbibe, metirsiya gel heye. Civînê de jî hate pejirandin ku êdî veger çêbibe.”

Mazlum Ebdî, destnîşan kir ku di hevdîtinên bi Şamê re de li ser rola Tirkiyeyê jî axivîne û got: “Divê Sûrî-Sûrî mijarên xwe çareser bikin. Rast e hinek dewlet hene garantorî dikin, lê wisa destwerdan nayê pejirandin. Tirkiye dikare rolek erênî bilîze, bandora wê li ser Sûriyeyê nayê înkarkirin. Berjewendiyên wan jî bên dîqetkirin. Di navbera me û Tirkiyeyê de qanalên vekirî hene û em hêvî dikin di demên pêş de zêdetir pêş bikeve.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.