Armanc azadiya Ocalan e
Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 18:30
- Aktivîsta TJA’yê Bahar Peker têkildarî meşa bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" hat lidarxistin diyar kir armanc azadiya Ocalan e û wiha got:” Azadiya Ocalan azadiya Gelê Kurd e. Her wiha azadiya jin û ciwanan e. Her wiha azadiya hemû gelên bindest e.”
ROZA METÎNA AMED
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" di 1'ê Cotmehê de ji Amedê dest bi meşa azadiyê kir û di 7'ê Cotmehê de li Enqereyê dawî li meşa xwe anî. TJA'yê diyar kir ku ew vê meşê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û naskirina statuya Gelê Kurd li dar dixin.
Aktivîsta TJA'yê Bahar Peker têkildarî meşê nirxandin kir. Bahar Peker wiha got:" Em ê jî wekî TJA’yê her tim ji bo azadiya Ocalan bixebitin. Çimkî keda wî ya ji bo jinan jî gelekî zêde ye. Bi paradigma, rol û misyona Ocalan daye jinan jin hat heta roja îro. Bi vê têkoşînê Tevgera Jinên Kurd pêş ket. Ocalan pêşî li jinan vekir.”
Armanc azadiya Ocalan e
Bahar Peker di destpêkê de bal bir ser armanca meşa azadiyê û wiha got:”Armanca meşa me ya sereke naskirina Mafê Hêviyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Mafê Hêviyê divê ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên dinê pêk were. Lê belê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Hezîrana 2026’an dîsa ji bo Mafê Hêviyê dem da Tirkiyeyê. Ev ne helwesteke rast e. Azadiya Ocalan azadiya Gelê Kurd e. Her wiha azadiya jin û ciwanan e. Her wiha azadiya hemû gelên bindest e. Heger mafê hêviyê pêk were wê bi hezaran girtî jî fêdeyê ji vê yekê bigirin.
Gel li vir bi girseyi me pêşwazî kir
Bahar Peker da zanîn gel bi awayekî bi hêz ew pêşwazî kirine û wiha pê de çû:”Di 27’ê Sibatê te Birêz Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Ev pêvajoya ji bo me girîng e. Mûxatabê ewil ê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Ji ber vî hawî jî azadiya wî ji bo me yek ji armancên sereke ye. Me li ser vê esasê meşa xwe li dar xist. Em wexta di 1’ê Cotmehê de meşiyan û me heta 7’ê Cotmehê meşa xwe dewam kir me eleqe, coş û moralê gel dît. Vê yekê me kêfxweş kir. Guzergeha me ya ewil Curnê Reş bû. Gel li vir bi girseyî me pêşwazî kir. Me ji vî moralî hêz girt. Li Curnê Reş em li rêyên Birêz Ocalan bi zarokatî lê meşiyabû, meşiyan. Birêz Ocalan ev rê wekî ‘Rêya Aştiyê’ pênase kiribû. Piştre em çûn Xelfetiyê. Li vir jî gel me bi biryardarî pêşwazî kir. Vê yekê me hestiyar kir. Piştre em çûn Amarayê mala Serokatî. Birayê Ocalan jî me li malê pêşwazî kir. Li baxçe fistiq hatibû çandin. Ew fistiq kom kir û diyarî me kir. Ev bibîranîn bi qîmet bû. Ev hest bi gotinan nayên ravekirin. Vê yekê bawerî da me.”
Nameya Ocalan hat xwendin
Bahar Peker bi lêv kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xwendin û wiha bi dawî kir:”Gel di meşê de bi tilîlî, bi çepik, dirûşme, bi lêdana korneyan piştgirî dida me. Ev hestekî xweş bû. Pêşwazîkirina gel a wekî festîvakelekê dîrokî bû. Xwedîderketineke ji dil hebû. Hem me enerjiyek da gel hem jî gel enerjiyek da me. Rêberê Gelê Kurd ji bo meşa me nameyek jî ji me re şandibû. Li rawestgeha me ya Edeneyê ev name hat xwendin. Ev name hem watedar hem jî hestiyar bû. Em ê jî wekî TJA’yê her tim ji bo azadiya Ocalan bixebitin. Çimkî keda wî ya ji bo jinan jî gelekî zêde ye. Bi paradigma, rol û misyona Ocalan daye jinan jin hat heta roja îro. Bi vê têkoşînê Tevgera Jinên Kurd pêş ket. Ocalan pêşî li jinan vekir.”