Mafê hêviyê şertekî hiqûqa mirovî ye

Duşem 13 Cotmeh 2025 - 18:30

  • Parêzer, Bawer Mizrak têkildarî Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku Mafê Hêviyê di parastina rûmeta mirovan û misogerkirina ku ceza di çarçoveya qanûna mirovî ya gerdûnî de têne bicîhanîn de roleke girîng dilîze û got:”Ji ber vê yekê, naskirina mafê hêviyê şertekî hiqûqa mirovî ye."

ROZA METÎNA/AMED

Parêzer, Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê, Koordînatorê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Bawer Mizrak têkildarî Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, demdayina ji bo Mafê Hêviyê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo Tirkiyeyê ya heta Hezîrana 2026’an û nîşandana Konseya Ewropayê ya Komisyona Piştevaniya Neteweyî Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ji bo Mafê Hêviyê nirxandin kir.

Bawer Mizrak wiha got:” Demdayina ji bo mafê hêviyê ya heta Hezîrana 2026'an a komîteyê niha xetereya rewakirina vê rewşê nîşan dide. Ev helwest nîşan dide li ser mijarek ji bo rûmeta mirovan a wekî mafê hêviyê bingehîn e, saziyên Ewropî bi bandor di pratîka 'edaletê ya derengmayî' de asê mane."

Mafê hêviyê şertekî hiqûqa mirovî ye

Bawer Mizrak di destpêkê de bal bir ser wateya Mafê Hêviyê û wiha got:"Mafê hêviyê di parastina rûmeta mirovan û misogerkirina ku ceza di çarçoveya qanûna mirovî ya gerdûnî de têne bicîhanîn de roleke girîng dilîze. Ew hevwateya qanûnî ya baweriya mirov dikarin ji nû ve tevlî civakê bibin e. Di vê wateyê de, înkarkirina mafê hêviyê bi rûmeta mirovan, berpirsiyariya dewletê ya ji bo veguherîna civakî ya takekesî û têgihîştineke demokratîk û mirovî ya hiqûqê re ne lihevhatî ye. Ji ber vê yekê, naskirina mafê hêviyê şertekî hiqûqa mirovî ye."

Demdayin xetereyê nîşan dide

Bawer Mizrak li ser dayina demê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya Mafê Hêviyê ya ji bo Tirkiyeyê ya heta Hezîrana 2026'an wiha got:"Biryara dawî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, li hember binpêkirinên bi salan, serdemeke din a 'bendemayinê' diafirîne. Komîte bi zelalî destnîşan dike ku Tirkiyeyê hîn jî biryarên DMME'yê bicîh neaniye û rêziknameyên qanûnî yên pêwîst nehatine bicîhanîn, lê dîsa jî demek din dide. DMME'yê di dozên Ocalan (2), Gurban û Kaytan de bi zelalî binpêkirina mafê hêviyê dît; lêbelê, Tirkiyeyê di 11 salên di navberê de tu reformên avahîsaziyê pêk neaniye. Demdayina ji bo mafê hêviyê ya heta Hezîrana 2026'an a komîteyê niha xetereya rewakirina vê rewşê nîşan dide. Ev helwest nîşan dide li ser mijarek ji bo rûmeta mirovan a wekî mafê hêviyê bingehîn e, saziyên Ewropî bi bandor di pratîka 'edaletê ya derengmayî' de asê mane."

Konsey berpirsiyariyê bi cih nayne

Bawer Mizrak di heman demê de da zanîn Konseya Ewropayê berpirsiyariya xwe bi cih nayne û wiha pê de çû:"Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna Mafê Hêviyê Komîteya Piştevaniya Neteweyî Xwişk-Biratî û Demokrasiyê nîşan da. Konseya Ewropayê bi vê helwestê ji berpirsiyariyê direve. Bi salan e binpêkirin dewam dikin. Lê belê komîte li dij van binpêkirinan sepanan ferz nake. Bi derengxistin û dirêjkirina pêvajoyê berpirsiyariya xwe bi bandor radiwestîne. Di heman demê de, divê rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku ji nû ve vegerandina  PKK'yîyan a di jiyana civakî û siyasî de misoger bibe. Pirsgirêka Kurd ne tenê mijareke ewlehî yan dadwerî ye; ew mijareke demokrasiyê ye. Gavên ber bi çareseriyeke demokratîk, aştiyane û dadperwer ve bêne avêtin dê hem ji bo pêşeroja hevpar a civaka Tirkiyeyê û hem jî ji bo aştiya herêmî diyarker bin."

Divê ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar be

Bawer Mizrak di heman demê de bal bir ser sepanên li ser Azerbaycanê û wiha dewam kir:"Sepanên ji bo Azerbaycanê divê ji bo Tirkiyeyê jî derbas bibe. Lê belê hêz û berjewendiyên şexsî bi giranî bingeha vê yekê ne. Rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî tên paşguhkirin, ji ber ku Tirkiye aktorekî herêmî û stratejîk e. Tirkiye, ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û bandora xwe ya siyasî, di van hevsengiyan de roleke girîng dilîze. Di vê cîhana nû de, zexta li ser welatekî niha pir aloztir e. Loma jî ji bo Rojava hatina li hemberî hev a Azerbaycanê li gor a Tirkiyeyê hêsantir e. Ji ber vê sedemê jî zextên li ser Tirkiyeyê li dû perdeya 'diyalog' û 'mukareyê' hîn hêdî û bi hûrgulî pêş dikeve. Di vê serdema nû de 'Demokrasiya Ewropayê' gotinên hiqûqa gerdûnî ya mafên mirovan, li gor berjewendiyên xwe yên stratejîk wekî alavekê bi kar tîne. Wekî encam, ferqiya di navbera Azerbaycan û Tirkiyeyê de girêdayî hevsengiya hêzê ya cîhanî ye. Ev sîstemeke bê edalet û dirû ye. Mixabin dema berjewendiyên dewletên bi hêz mijara gotinê be mafên mirovan jî tê paşguhkirin."

Mafê hêviyê rûmeta mirovan e

Bawer Mizrak da zanîn divê gavên qanûnî yên bilez werin avêtin û wiha got:"Mafê hêviyê ne tenê ji bo Abdullah Ocalan e, lê di heman demê de ji bo bi hezaran girtiyên ku cezayê muebbetê yê girankirî lê hatiye birîn jî mafekî bingehîn ê mirovan e. Li Tirkiyeyê, di bin 'Qanûnên têkoşîna li dijî terorê' de zêdetirî çar hezar girtiyên ku cezayê muebbetê yê girankirî lê hatiye birîn hene û her çend ev hejmar bi fermî neyê eşkerekirin jî, tê texmînkirin ku ji çar hezarî zêdetir e. Di dawiyê de, mafê hêviyê ne tenê şansek ji bo azadiyê ye, lê di heman demê de parastina rûmeta mirovan e. Rejîma heyî ya cezayê muebbetê yê girankirî û tecrîdê li Tirkiyeyê bi bandor vî mafî radiwestîne. Ji ber vê yekê, divê gavên qanûnî yên bilez hem di asta takekesî û hem jî di asta sîstematîk de werin avêtin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.