Kontrola QSD'ê dimîne

Duşem 13 Cotmeh 2025 - 12:00

  • Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku herêmên Rêveberiya Xweser wê di bin kontrola QSD'ê de bimînin û got:”Pêşbînî û daxwaz li ser rewşeke bi vî rengî heye. Di parastin û ewlehiya hin herêman de dibe ku alîkariyeke biçûk a ji hev re çêbibe. Aliyê destpêkê ev e.”

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim di serî de daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî yên li ser mijara entegrasyona leşkerî bûyerên dawî yên li Sûriyeyê nirxand.

Salih Muslim anî ziman ku ew bi rewşeke nû re rû bi rû ne û got, têkildarî daxuyaniya Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî got, "Ji ber me hîn hevdîtin bi general re nekiriye, li ser detayên van bûyeran tam serwer nînim. Lê belê ez ê hewl bidim vê yekê şîrove bikim û tiştên pê zanim bînim ziman.

Tiştên ku general got, ji bo me ne xerîb e. Hûn jî zanin, Peymana 10'ê Adarê hebû; yek ji xalên vê peymanê li ser entegrasyonê bû. Meseleya entegrasyonê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê sivîl ve hemû rêveberiyê dihewîne. Lê belê hikumeta demkî ya Şamê vê pêvajoyê dereng dixîne û hewl dide neke. Hikumeta Şamê bi bandora hêzên li pişt xwe vê peymanê cidî nabîne û hewl dide jê bireve. Ji ber vê yekê ev meseleya entegrasyonê taloq bû û rawestiya. Di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de têkiliyek, hevdîtin hebû lê belê nediçû serî.

Hûn jî zanin, herî dawî Sefîrê Bilind ê DYE'yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack li gel Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) Amiral Brad Cooper serdana Rêveberiya Xweser kirin. Vê serdanê cidiyetek raxist pêş çavan. Ji ber ku dema Peymana 10'ê Adarê hate mohrkirin ew bi xwe jî weke çavdêr di nava vê pêvajoyê de hebûn. Di rewşa heyî de zanin ku bicihnehatina vê peymanê ne ji ber me ye, lê ji ber helwesta aliyê hember e.

Lewma beriya bi demeke kurt heyetek li gel rayedarên Rêveberiya Xweser û QSD'ê çû Şamê û bi hikumeta veguhêz a Şamê re hevdîtin kir. Rayedarên Rêveberiya Xweser û hikumetê di bin çavdêriya vê heyetê de hin mijar nirxand.

Di nava mijarên hatin nîqaşkirin de meseleya entegrasyona leşkerî jî hebû. Gotina ku General Mazlûm got, encamek ji civîna dawî ye. Du aliyên meseleya entegrasyona leşkerî heye. Yanî di demeke nêz de wê heyetek biçe Şamê û li ser rê û rêbazên entegrasyona leşkerî biaxive. Em bi detayên vê nizanin, ji ber ku têkildarî vê encamek hîn bi dest neketiye. Lê belê diyar e ku hin yekîneyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wê entegreyî avaniya leşkerî ya nû bibe. Yanî herêmên Rêveberiya Xweser wê di bin kontrola QSD'ê de bimînin. Pêşbînî û daxwaz li ser rewşeke bi vî rengî heye. Di parastin û ewlehiya hin herêman de dibe ku alîkariyeke biçûk a ji hev re çêbibe. Aliyê destpêkê ev e.

Ya duyemîn jî meseleya Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) e. Ev jî wê di bin navê têkoşîna hevpar a li dijî terorîzmê de pêk were. Weke ku tê zanîn di sala 2015'an de destpêkê di navbera hêzên Koalîsyonê û YPG'ê, piştre jî di navbera hêzên Koalîsyonê û QSD'ê de ji bo têkoşîna li hemberî terorîzmê peymanek hatibû çêkirin. Ji hingî ve di navbera hêzên Koalîsyonê û QSD'ê de baweriyeke mezin çêbû û li hemberî DAÎŞ'ê têkoşîneke hevpar hate meşandin.

Têkildarî şêweyê entegrasyona li artêşa Sûriyeyê ya nû Salih Muslim got, "Heyeta ku biçe Şamê wê li ser hemû aliyên entegrasyonê biaxive. Artêşa nû ya Sûriyeyê wê ava bibe û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî wê bibe parçeyekî mezin ê vê yekê. Yanî yên me wê bibe 'dendik' hêza esasî ya artêşa Sûriyeyê ya nû.

Ev yek ji bilî yekîneyên hevpar ên têkoşîna li dijî terorîzmê wê ava bibe."

Salih Muslim li ser 'Cihê Tirkiyeyê di vê pêvajoyê' de ev nirxandin kir: "Tirkiye heta niha di nava vê pêvajoyê de nîne. Bêguman Tirkiye pêvajoyeke bi vî rengî naxwaze. Bûyerên dema dawî li herêmê qewimîn jî vî fikrê me piştrast dikin. Bûyerên li Helebê qewimîn, me weke provokasyonê fêhm kir. Hatina li vê derê ya Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê û dema bûyerên dawî dema mirov li ber çavan bigire, weke bûyerê li Helebê weke provokasyonekê tê dîtin."

Salih Muslim destnîşan kir ku di pêvajoya pêş de wê şêweyê destûra bingehîn di ber çavan re bê derbas kirin, destûra bingehîn a demkî wê jinûve bê sererastkirin û herî dawî got, "Bila gelê me ji me, ji rêveberiya li vê derê bawer bike. Em xurt in û bi fikrên Rêbertî dimeşin. Em li gelê xwe difikirin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.