Li Iraqê krîza avê kûrtir dibe
Duşem 13 Cotmeh 2025 - 14:00
- Di nava krîza avê ya li Iraqê de, welat bi gefa windakirina stokên masiyên xwecihî re rû bi rû ye ku ev yek dê siyekê li ser ewlehiya aborî û ekosîstemê biavêje. Her wiha daxwaz hene ku Iraq para xwe ji ava çemên Dîcle û Firatê misoger bike.
Iraq bi pirsgirêkek mezin re rûbirû ye krîza avê ya dijwar ku ji ber kêmbûna hawirdekirina avê ji welatên jorîn, digel bandorên avhewayê çêdibe. Vê krîzê rasterast bandorê li qadên girîng ên welat kiriye, bi taybetî çandinî, jîngeh û ewlehiya xwarinê.
Sedemên kêmbûna avê
Rêvebera Giştî ya Beşa Teknîkî ya Wezareta Jîngehê Necla Muhsên sedemên kêmbûna avê anî ziman û diyar kir ku ji ber sê sedemên sereke ne û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ya yekem rêveberiya avê ji hêla welatên jorîn ve û polîtîkayên welatên cîran e. Iraq ji bo ava ku ji aliyê Tikriyeyê yê çemên Firat û Dîcleyê tê welatekî jêrîn e û her wiha hejmarek çem û şaxên ku ji aliyê Îranê tên jî hene. Rêveberiya avê li van welatan û têkiliyên wan bi welatên jêrîn re bandorek girîng dike, ji ber ku mîqdara ava ji wan tê ji sedî 88’ê tevahiya ava ku digihîje Iraqê derbas dibe. Her çendî bendavên Tirkiyeyê li başûrê welat rezervên avê yên ji 80 milyar metrekupî zêdetir hene jî rezervên giştî yên di bendavên Iraqê de ji 6 milyar metrekupî derbas nabin."
Li gorî Necla Muhsên sedema duyem jî awayê birêvebirina avê li Iraqê ji hêla wezaretên berpirsyar ên bikaranîna avê ve ye, weke çandinî, şaredarî, petrol û yên din. Necla Muhsên wiha berdewamî da gotinên xwe: "Wezareta Jîngehê bi şandeyên danûstandinê re, bi serokatiya Wezareta Çavkaniyên Avê, bi hevrêziya bi aliyê Tirkiyeyê re beşdarî danûstandinan dibe der barê mîqdara ava ku dikeve Iraqê de. Berê, ew gihîştibû 900 metrekup di saniyeyê de lê niha, ji par ve gihîştiye 350 metrekup. Ev destpêka hişkesaliyê û kêmbûna asta avê bû. Di sala 2025'an de, asta avê û mîqdarên wê pir guherî bûn, carna tenê gihîştin 120 metrekup. Vê yekê bandorê li ser zêdebûna qirêjiyê li Iraqê kiriye. Bandorê li deverên çandiniyê û îstasyona ava vexwarinê jî kiriye, ji ber ku qirêjiya avê bûye sedema girtina hinek îstasyonên ava vexwarinê li hejmarek parêzgehan."
Sedema sêyemîn a kêmbûna avê jî guherîna avhewayê ye ku bûye sedema kêmbûna baranê û bilindbûna germahiyê, zêdekirina rêjeyên buharbûnê û bandorek neyînî li ser jîngeh û çavkaniyên avê yên welat kiriye.
Hewldanên ji bo baştirkirina krîzê
Necla Muhsên tekez kir ku rêbazên çandiniyê yên nûjen tên pejirandin weke çandiniya parastinê û ekolojîk her wiha ew bi stasyonên ava vexwerinê re dixebitin da ku kalîteya avê misoger bikin. Bi hevkariya UNICEF'ê re li ser projeya 'Vegera Ava Çep' weke di salên 1970'an de bû, dixebitin û di pêvajoya amadekirina qonaxên pêkanînê de ne. Necla Muhsên wiha got: "Hikûmet piştgiriya van projeyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîngehê, di nav de belavbûna masiyan di golên heriyê de, berdewam dike. Ev jî di zêdebûna dabînkirina derfetên kar ên îdeal de ji bo niştecihên deverên ku ji gelek avê bêpar in û deverên di warê avê de xizan in rolek girîng dilîze. Pêwist e welatiyên Iraqî ji girîngiya avê haydar bin." RECAA HEMÎD REŞÎD/JÎNHA/IRAQ