Li Çemçemal nebûna salona sînemayê ji bo hunermendên navçeyê bûye pirsgirêkek mezin. Rêveberiya Rewşenbîrî ya Çemçemalê anî ziman ku bi rêya sînevîzyonê heftane dikare film ji bo welatiyan nîşan bidin.
Li Çemçemalê ji ber nebûna saloneke taybet a sînemayê bandorek mezin li ser karê hûnerî û nîşandana karên hunerî kiriye. Li ser vê yekê welatiyên herêmê nêrînên xwe anîn ziman.
Jina bi navê Sûzan Soran bal kişand ser nebûna saloneke ya sînemayê got: “Nebûna salona sînemayê pirsgirêk bi xwe re aniye. Ji ber ku salonek taybet karê sînema hebe wê ciwan berê xwe zêdetir bidin karê hûnerî. Li Çemçemal gelek ciwan hene girîngî bi karê hûnerî û fîlman dide.” Sûzan Soran daxwaz ji hikûmetê kir ku bala xwe bidin ser wan û saloneke standartê sînameyê çêbikin û got: “Ji ber ku ciwan li Çemçemal heye hes ji karê hûnerî û temaşekirina fîlman dike. Kêfxweşim ku ciwanên me nasekinin û li gorî kêrhatiyên xwe hewldan dikin. Lê divê hikûmet jî çavek li me bide û hinek tiştên pêwîst bike.”
Hikûmet dikare saloneke sînemayê çêbike
Hunermend Baban Mihemed jî destnîşan kir ku nebûna salona sînemayê bandorek mezin li karê hunerî û hunermendan dike û got: “Divê di vê demê de Rêveberiya Rewşenbîrî ya Çemçemalê bi hevkarî saziyek li Çemçemal hefteyê fîlmek nîşan bide ku ji bo malbat û ciwanan girînge. Pêwîstî bi saloneke ya sînemayê heye ku girîngî bi vî karî bê dayîn û bi pêş ve biçe.” Jina bi navê Şadî Xefûr anî ziman eger ku salonek ya nîşandana fîlman hebe, bê guman wê zêdetir welatî sûdê jê bistîne û got: “Ev salon ne saloneke sînemayê ye, me wisa kiriye ku weke saloneke sînameyê bê dîtin. Eger em bixwazin welatiyên Çemçemal girîngî zêdetir bi fîlman bide, divê saloneke taybet a karê sînemayê bê avakirin.” Şadî Xefûr diyar kir ku hikûmet dikare salên pêşiya wan kar ji bo wê bikin ku girîngî zêdetir bi karê hûnerî bê dayîn û got: “Hikûmet dikare saloneke taybet ji bo karê sînemayê ava bike.”
Tenê salonek heye!
Berpirsê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Çemçemalê Idrîs Şewket anî ziman ku pir pirsgirêkên wan hene û got: “Di rastiyê de pêwîstiya me bi çend salonên di astên cuda de yên sînemayê hene. Ji bo ku karên hunerî li van salonan bên kirin. Niha li Çemçemalê tenê salona rewşenbîrî heye. Zexteke zêde li ser me heye. Hemû kar û çalakiyên li navçeyê li vir tên kirin.”
Şewket anî ziman ji ber nebûna salonên pêwîst karê hûnerî li navçeya wan kêm bûye û wiha domand: “Kar û çalakiyên hûnerî ji ber nebûna salonên pêwîst kêm bûye. Niha heftane fîlmek nîşan didin bê beramber. Li gorî pêwîst kêf ji vê nayê girtin, ji ber ku salon ne saloneke sînemayî ye.”
Niha ti hewldanek nîne ji bo salonê
Berpirsê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Çemçemalê Idrîs Şewket li ser hewldanên ji bo çêkirina saloneke sînemayê jî ev got: “Niha ti hewldanek nîne. Eger hewldan jî bê kirin ti encam bi xwe re naîne. Ji ber ku hikûmet di nava krîzekê de ye û hemû hewldana wan ewe ku mûçeyên karmendan bide. Di dema borî de çend carî li gel şaredariyê civiyan, ew amade ne ku parçe zeviyek bidin ku salon li ser bê avakirin. Hêvîdarim ku pêşerojê bikarin vê daxwazê pêk bînin.”
ROJNEWS/ÇEMÇEMAL