Yilmaz Guney bîra bajêr bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Tîrmeh 2021 - 04:51

Cihê Sînemaya Yilmaz Guney qeyûm dike park. Qeyûmê şaredariya Êlihê dagirkirî, Sînemaya Yılmaz Guney girtibû û piştî girtinê bi awayekî biguman sînema şewitîbû. 

Şaredariya Êlihê, sala 2004'an li Xaçerêya Tûrgût Ozal, Sînemaya Yilmaz Guney ava kiribû. Piştî ku sala 2016'an qeyûm şaredarî dagir kiribû, weke yeke ji karên pêşî sînemayê girtibû. 30'yê Çileyê 2017'an jî agir bi sînemê ketibû û şewitîbû. Îdîaya şaredariya dagirkirî, ew bû ku agir ji ber çirûskên ji xeta ceryanê bi avahiyê ketiye. 

31'ê Adara 2019'an gava şaredarî careke din ket destê HDP'ê, hevşaredar Mehmet Demîr û Songul Kormaz û endamên meclîsa şaredariyê, di civîna ewil de biryar dan ku sînemayê ji nû ve ava bikin. Lê ji ber ku 307 milyon deynê qeyûm hebûn, çêkirina sînemayê taloqî 2020'an hatibû kirin. Di 23'yê Adara 2020’an de careke din qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin û çêkirina sînemayê dîsa hatibû sekinandin. 

Lê belê qeyûmê dagirker ê niha yê Şaredariya Êlihê Hûlûsî Şahîn, dixwaze li dewsa sînemayê parkê çêke. Meclîsa şaredariyê ya ku qeyûm ava kiriye, di 21'ê Gulanê de biryar da ku li cihê sînemayê parkê çêke. 

Bîra bajêr bû 

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Êlihê ya TMMOB'ê Ahmet Bulent Tekîk, anî ziman ku Sînemaya Yilmaz Guney ji bo bajêr cihekî girîng bû û bîra bajêr bû. Tekîk, da zanîn ku di planê de cihê Sînemaya Yilmaz Guney wekî qada civakî û çandî derbas dibe, lê belê niha tê xwestin ku ev wesfa wê bê betalkirin û wê veguherînin qada parkê. 

Tekîk, diyar kir ku rêveberiya heyî ya şaredariyê guherandina planê qebûl kiriye û di 4'ê Hezîranê de ji bo 30 rojî hatiye taloqkirin. Tekîk, anî ziman ku piştî 30 rojî dê plana heyî bi temamî ji holê bê rakirin. 

Tekîk, destnîşan kir ku sînema sembola çandî ya bajêr bûye û got, "Bêtehamuliya ji bo Sînemaya Yilmaz Guney, bêtehamuliyeke li hemberî Yilmaz Guney û huner e. Divê qada heyî wekî qada civakî û çandê bimîne. Em ê ji bo vê têbikoşin."

MA/ÊLIH

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.