Bi çavekî Kurdewarî Yılmaz Guney (I)

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Hezîran 2021 - 05:15

  • “Diviyabû ez li Yılmaz xwedî derkevim. Xerakirina vê lîstika qirêj peywira min bû. Pêwîst bû ez nasnameya wî ya Kurd biparêzim û peyama ew dixwaze bide dinyayê, bi awayekî rast bigihîjînim xelk û alemê. Li gor, wî digot ‘Ez Kurd im’ diviyabû gelê Swedî vê rasitiyê zanibe û peyama Yılmaz baş bixwîne.”

ARDÎN DÎREN

 

Derbarê raman, nihêrîn, huner û jiyana Yılmaz Guney de me heta niha bi çavên kesên biyanî gelek tişt xwendin û bihîstin. Her wiha me temaşe jî kir. Lê me bi çavekî kurdewar qet ew nexwend û nas nekir. Mixabin kesên biyanî jî gava behsa Yılmaz Guney kirin her tim nasnameya wî ya Kurdî binpê kirin û ew nasname ji dinyayê veşartin û nexwestin behsa van hêlên wî yên kurdewar bikin.
Nivîskar Mahmut Baksi diyar e, ev tişt ji xwe re kiriye xem û dixwaze dinya Yılmaz Guney bi çavekî Kurd jî bibîne û wî bi hêlên wî yên kurdewarî binase. Ji lewre wî li ser nihêrînên Yılmaz Guney kitêbek dinivîse. Bi çavekî Kurdî jiyan û hunerê wî rave dike. A rast jixwe Yılmaz Guney filmên xwe bi nasnameya xwe ya Kurd çêkirine.

Dixwazin bi zorê wê bikin Tirk

Piştî mirina Yılmaz Guney Mahmut Baksi pê dihese ku hin klîk dixwazin Yılmaz Guney wek Tirkekî nîşan bidin. Baksi ji vê pirr diqehere û li ser meselê di telefonê de ji Kendal Nezan re dibêje, “Kendal ez hîna nû ji Tirkiyê hatim. Derbarê Yılmaz de tiştên berovajî yên ku ti eleqeya xwe bi rastiyê re tine ne, dinivisînin û dibêjin, piştî mirina wî niha dixwazin wî bi zorê bikin Tirk û wî wek Tirkekî bi alemê bidin naskirin. Ez jî dixwazim kitêbeke bi navê ‘Bi çavekî Kurdewarî Yılmaz Guney’ binivisînim û bi vê kitêbê bersivê bidim van kesan.” 

Portreya Kurd a Yılmaz Guney

Mahmut Baksi, li Ewrûpa berdevkekî Kurdan yê bi hêz bû. Piştî Yılmaz Guney li Ewrûpayê dibe penaber, dostanî di navbera wan de çêdibe û ji hev hez dikin. Ev pirtûk nîşana vê hogiriya wan e. Baksi, portreyekî Kurd yê Yılmaz Guney nîşanê dinyayê dide. Li gorî Baksi, divê dinya wî wek rejîsorekî Kurd binase.

Kurmanc û Zaza ye

Sala 1979’an Yılmaz Guney li Tirkiye di hepsê de ye. Rojnamevaneke Swedî têkiliyên xwe yên bi Bulent Ecevît re bi kar tîne û diçe di hepsê de bi Yılmaz Guney re hevpeyvîneke dirêj çêdike. Li derveyî welat pirr deng dide ev hevpeyvîn. Wê demê di nav hefteyê de, di televizyonên Swedî de ev hevpeyvîn çend caran digere û tê nîşandan. Bi vî awayî pirr belav dibe ev hevpeyvîn. Mahmut Baksi derbarê vê hevpeyvînê de dibêje, “Yılmaz Guney di hevpeyvînê de bi awayekî kurt û kurmancî digot, ‘Diya min Kurmanc e, bavê min jî Zaza ye’. Yılmaz ev tişt bi zanebûn çend car li ser hev dubare dikir. Lê ev gotinên wî bi zanebûn nedihatin wergerandin û Yılmaz wek ku Tirk be nîşan didan. Ev şermeke mezin bû. Ev li hember Yılmaz ê ku di hepsê de destên wî girêdayîmayî bêrêzî û neheqiyeke mezin bû. Dixwestin dengê wî bibirrin. Ev jinê bi têkiliyên xwe kanala Swedî bi kar dianî û Yılmaz bi zorê dikirin Tirk.”
Mahmut Baksi bi vê pirr diêşe û meseleyê ji çend hevalên xwe yên Tirk re dibêje, derdora Baksi jê re dibêje, “Ya girîng ne netewe ye, tişta herî girîng çîn e...” Ev gotin hinek dîtir hêrsa Baksi radikin: “Heger çîn girîng e, çima ev ji bo Tirkan ne lê ye gelo? Çima Yılmaz bi zorê, û dek û dolaban bi kanalên Swedî wek Tirk didin nasandin? Helbet ev edebiyata çînê çekeke kevn bû û bi zanebûn li hember gelê Kurd bi kar dianîn. Li ser rûyê dinyayê ti civak wek civaka Kurd ji vê têgeha çînê nekişandiye ez bawerim...”

Xerakirina lîstika qirêj peywira min e

Mahmut Baksi hingê, di rojnameya “Aftonbladet” ya Swêdî de nivîsên polîtîk dinivîse. Hejmareke mezin a xwînerên vê rojnameyê hebû. Baksi dibêje, “Bêdengmayîn ji bo min înkara gelê Kurd û nasnameya wî bû. Diviyabû ez li Yılmaz xwedî derkevim. Xerakirina vê lîstika qirêj peywira min bû. Pêwîst bû ez nasnameya wî ya Kurd biparêzim û peyama ew dixwaze bide dinyayê, bi awayekî rast bigihîjînim xelk û alemê. Li gor ew digot ‘Ez Kurd im’ diviyabû gelê Swedî vê rasitiyê bizanibe û peyama Yılmaz baş bixwîne.”

Tenê nijadperest Guney wek Tirk dibînin

Di Adara 1979’an de Baksi, di rojnameya Aftonbladet de bi navê “Kanala Swedî, wek ku Kurd tinebin tevdigere” gotarekê dinivîse. Baksî di gotara xwe de dibêje, “Doh êvarê kanala Swedî ‘TV-2’ derbarê rejîsor, lîstikvan û nivîskar Yılmaz Guney de bernameyek nîşan da. Ev bername Yılmaz, wek rejîsor û nivîskarekî Tirk dide naskirin. Lê li Tirkiyeyê niha, ji xeynî nijadperestan kesên pêşverû Yılmaz wek Tirkekî nabînin. Berovajî vê, her kes wî wek ewladekî mêrxas ê gelê Kurd dibîne. Tevî ku ew dibêje, ‘Ez Kurd’ im jî ev kanal dixwaze wî wek Tirkekî bide nasîn. Çima dixwazin temaşevanên Swedî bi vî awayî bixapînin? Dibe ku filmên wî bi Tirkî bin, lê maneya vê ne ew e ku nasnameyeke wî ya neteweyî tine ye.” 

Çima rastiyê dibêje?

Piştî vê gotarê, hevalên Yılmaz ên “Tirk” ji Baksi dienirin û dixwazin pê re bipeyivin. Di nav van de Zulfu Livaneli (wê demê Sazcı Omer e) û Tuncel Kurtiz jî hene. Baksi wan naşikîne û diçe bi wan re hevdîtinê dike. Di hevdîtinê de Zulfu Livaneli ji Baksi re dibêje, “Tu Kurdperwerîyê dikî. Li gor min piştî bûyera Yumurtalikê derba herî mezin te bi vê nivîsa xwe li Yılmaz xist. Ew çi nivîs bû wisa? Di nivîsê de tu Yılmaz wek Kurd nîşan didî. Ka ji min re bibêje dê niha kî li Yılmaz Guneyê Kurd xwedî derkeve? Me çend hevalan bi Bulent Ecevît re li hev kiribû, me ew ji Tirkiyê xelas dikir. Lê niha Kurdperwerî kete navberê, êdî kes bi vê meselê re mijûl nabe. De bila êdî Kurdên we Yılmaz xelas bikin, em vê yekê bibînin. Te mesele proveke kir!”

Piştî Livaneli, Tuncel Kurtiz jî bi hêrs berê xwe dide Baksi: “Ev bû çend car tu tiştên wiha tînî serê me. Em ê nehêlin ku tu Tirkiyê parçe bikî. Em ê rê nedin Kurdperweriyê. Ez ê giliyê te li cem Yılmaz bikim. Ji bo Yılmaz tişta herî girîng şerê çînî ye, Yılmaz Tirk e û dê Tirk bimîne!” Pişî gotina xwe bi dawî dike Baksi wiha lê vedigerîne, “Ez dixwazim van tiştên tu dibêjî ji Yılmaz jî bibîhizim.” Herî dawî Tuncel Kurtiz dibêje, “Di demeke nêz de bi ekîba film re em vedigerin Tirkiyeyê. Em ê bi Yılmaz re hevdîtineke din bikin. Yılmaz dê te bişermîne. Dûre jî tê mecbûr bimînî Swedê biterikînî...”

Mêvanekî bêwext Necmettin Buyukkaya

Baksi piştî van nîqaşan dikeve nav gumanan. Ji lewre Yılmaz Guney û Tuncel Kurtiz hevalên hev yên bi salan in û têkiliyên wan yên baş hebûn. Baksi ditirse Tuncel Kurtiz vê têkiliyê bixe dewrê û Yılmaz bi awayekî bixapîne. Gava dibe sibeh, mevanekî Baksi li ber derî ye û li deriyê mala wî dixe. Baksi dibêje, “Sibehê zû zengila deriyê min lê da. Gava min derî vekir ez matmayî mam. Ez li hember xwe kî bibînim? Necmettin Büyükkaya!... Dost û hevalê min ê bi salan ‘Neco’. Di destekî wî de bahol, di destekî wî de weke her car sîwana wî û kenê wî yên ku ti carî kêm nedibû li ser rûyê wî...”

Yılmaz nasnameya xwe înkar nake

Necmettin Buyukkaya, wek serokê DDKO´yê jî kar kiriye. Di sala 1979’an de ji Tirkiye direve û li Swedê dibe penaber. Navbera wî û Baksi pirr baş e û hevaltiyeke wan a qewî heye. Buyukkaya, Yılmaz Guney jî baş nas dike û dema ew li Tirkiyê dimîne li hepsê çûye serdana Yılmaz Guney û li gel wî hevdîtin pêk anîye. Baksi, hay ji hevaltiya Buyukkaya û Yılmaz Guney heye. Ji lewma ew meseleyê jê re jî rave dike û behsa nîqaşa xwe dike. Buyukkaya lê vedigerîne, “Ez Yılmaz ji nêz ve nas dikim. Tê bîra te dema ez serokê DDKO´yê bûm, bi me re alîkariya maddî û manewî dikir. Yılmaz ti carî nasnameya xwe înkar nekir, ew îro jî înkar nake.” Baksi jî dibêje, “Di ser re çend sal derbas bûye Neco, dibe ku guherî be.” Li ser vê gotinê, Buyukkaya dibêje, “Tiştek wiha tine ye, beriya du mehan min ez çûm serdana wî li hepsê, nexasim ew dixwaze li Ewrûpa wek Kurdekî were naskirin. Têkiliya me pê re heye, em hewl didin ku wî ji Stenbolê bibin Colemêrgê. Yılmaz ji bo vê daxwazname jî nivîsiye. Paşê em ê bi sed pêşmergeyî bi ser hepsê ve bigirin û Yılmaz ji wir xelas bikin. Bifikire tiving di destan de û ew li ser çiyayê Kurdistanê şer dike. Tenê yên ji Yılmaz hez dikin bila derkevin çiyê bes e. Di demek nêz de em ê wan çiyayan ji dagirkeran paqij bikin...”

Tuncel Kurtîz bû alîkarê Baksi

Piştî van gotinên Buyukkaya, hêviyên Baksi zêdetir dibin û ew li benda roja xwe dimîne heta ku di seta filma “Dîwar” de Yılmaz Guney nas dike. Lê beriya ew hev binasin Buyukkaya, behsa Mahmut Baksi ji Yılmaz Guney re kiriye û Yılmaz wî baş nas dike êdî. Belê, seta filma “Dîwar” ji her kesî re girtiye, bêyî Yılmaz Guney kes nikare nûçeyekê jî çêke. Heya wî BBC jî paşve vegerandiye. Lê Baksi bi ekîba xwe û kemaraya xwe ya Kurd li seta filma “Dîwar” e. Yılmaz Guney ji xeynî Baksi destûr nade kesî ku ew dîmenan bigirin. Her wiha ew Tuncel Kurtiz jî dixe bin xizmeta Baksi da ku jê re bibe alîkar. Tuncel Kurtiz ê ku ji Baksi re gotibû, “Yılmaz dê te bişermîne” niha di bin xizmeta Baksi û ekîba wî de bû. 

* Di beşa duyemîn de bi sernavê “Li seta filma ‘Dîwar’ kamerayeke Kurd” ez ê hewl bidim behsa serpêhatiya Mahmut Baksi ya li setê û hevpyevîna wî ya li gel Yılmaz Guney bikim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.