Dîsa Sînemaya Yilmaz Guney

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Îlon 2020 - 23:00

METÎN YOKSÛ
MA/ÊLIH


Keça Yilmaz Guney, Elîf Guney Putunê xwest Sînemaya Yilmaz Guney ku qeyûmê Şaredariya Êlihê ew girtibû, careke din bê vekirin û got, Yilmaz Guney mîrateyeke çandî û dîrokî ye. 
Li Êlihê di dema Şaredar Huseyîn Kalkan de sala 2004´an dest bi çêkirina Sînemaya Yilmaz Guney hatibû kirin û sînema di sala 2006'an de temam bûbû. Lê belê sala 2016'an piştî qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, sînema hat girtin û di 30'yê Çileya 2017'an de agir bi sînemayê hat xistin. 
Şêniyên bajêr xwestibû careke din sînema bê çêkirin, lê belê qeyûm guh nedabû daxwaza wan.
Hevşaredarên Êlihê yên HDP'î Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, piştî serketina 2019´an soz dabûn wê sînemayê çêkin. Lê belê, her du hevşaredar 23'yê Adara 2020'an ji wezîfeyê hatin girtin û dewleta Tirk şaredarî bi qeyûman dagir kir. Proje jî careke din sekinî.

Milet sînemayê dixwaze 

Hevşaredar Songul Korkmaz got, jixwe gel di anketê de bersiva cihê Sînemaya Yilmaz Guney dabû: "Sînema ya gel e û gel sînemaya xwe dixwaze." 
Keça Yilmaz Guney, Elîf Guney jî got, demildest divê hola sînemayê bê çêkirin. Wê, îşaret bi peykerê Yilmaz Guney ê li Qada Sêwregê jî kir û got: "Peyker, bîrarî, baxçe helbet cihê şanaziyê ne, lê belê ev tenê wekî teselliyekê bi min tê. A girîng mirov mîrateya wî ya çandî bidomîne." 
Elîf Guney, xwest li Êlihê divê Sînemaya Yilmaz Guney careke din bê çêkirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.