‘Em vê qederê nas nakin!’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Îlon 2024 - 00:58

Bi ser wefata Yilmaz Guney re 40 sal derbas bûn. Guney 39 sal berê gotibû, “Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e. Em vê qederê nas nakin! Em jî dixwazin wek gelên din li welatê xwe di bin ala xwe de azad bijîn.”

Bi ser mirina Yilmaz Guney ê weke “Qralê Kirêt (Çîrkîn Kral) tê zanîn û hem bi lîstîkvaniya xwe û hem jî bi fîlmên xwe serkeftî bû re 40 sal derbas bûn. Guney ê weke zarokekî malbateke kurd ên ji Siwêregê di sala 1937’an de li Edeneyê ji dayik bû û dema ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê dest bi karê sînemayê dike. Guney ê di sala 1959’an de di fîlmên “Zarokên vî welatî (Bu vatanın çocukları)” û “Gakûvî (Alageyik)” ku Atif Yilmaz derhenêriya wan kir de hem lîst hem jî senaryoya fîlman nivîsî. Guney ji derveyî sînemayê di kovarên weke “Asoyên Nû (Yenî ûfûklar)”, “Sêzdeh (On Üç)” de çîrok nivîsandin. 

Çîrokên ku Guney nivîsandin, bi hêceta ku propagandaya komunîzmê kiriye bû sedemê darizandina wî. Guney, ji ber nivîsên xwe salek û nîv di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê derket demekê fîlmên serpêhatiyan kişandin û di van fîlman de bi taybetî cih dida kesên ku mafê wan dihatin binpêkirin, biçûkdihatin dîtin û serî li dijî pergalê rakir. 

Salên wî yên hepsê û sirgûnî 

Guney di sala 1971’an de jî bi hêceta Serokê Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKPC) Mahîr Çayan û hevalên wî di mala xwe de veşartine 2 sal cezayê zindanê lê hat birîn. Guney dema di girtîgehê de bû hat sirgûnkirin. Piştî ku ji girtîgehê derket fîlmê “Heval (Arkadaş)” ku di nav fîlmên wî yê herî zêde tê zanîn de ye çêkir. 

Di heman salê de dema li navçeya Yûmûrtalik a Edeneyê fîlmê “Fikar (Endîşe)” dikişand, ji ber kuştina dadger Sefa Mûtlû di encama darizandinan de di 13’ê Tîrmeha 1976’an de 19 sal cezayê zindanê lê hat birîn. Piştî 5 salan dema ji girtîgehê bi destûr derket, reviya. Guney ê ji bo rojekê ji girtîgehê derketî, ji navçeya Kaş a Antalyayê derbasî Girava Meîs ya Yewnenistanê bû û ji wir jî derbasî Swîsreyê bû. Guney, dema li Ewropayê bû jî xebatên xwe bê navber domandin. 

12 salan di hepsê de ma 

Guney ê bi berhemên xwe, li welat û derveyî welat deng veda, bi giştî di 114 fîlman de weke lîstikvan, di 26’an de weke derhêner, di 64’an de weke senarîst cih girt. Guney ê bi fîlmê Rê (Yol) di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de xelata “Palmiyeye Zêrîn” wergirt, di qada navneteweyî de jî serkeftina xwe nîşan da. Guney ê 12 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin di 9’ê Îlona 1984’an de li Parîsa ku weke sirgûn lê dijiya, ji ber nexweşiya penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da.

Yek ji damazirînerê Enstîtûya Kurdî ye

Di sala 1983’an de li Fransa “Enstîtuya Kurdî ya Parîsê” vedibe. Yilmaz Guney jî yek ji demezirînerê Enstîtuyê ye û ji bo Enstîtuyê dixebite û wek hunermendekî Kurd vê yekê wek peywir dibîne. Ew rol û mîsyona Enstîtuyê jî wiha diyar dikir: “Divê Enstîtu dîrok, çand û hunera kurdan bikole û bike belge. Divê ev peywirên wê yên sereke bin.” 

Teqez em ê bi ser bikevin!

Guney di bernameya vekirina Enstîtuyê de wiha axivîbû: “Ji bo saziyeke bi vî rengî, em pirr dereng mane, diviyabû enstîtuyeke wiha heta niha li bajarekî Ewrûpayê hatibûya damezirandin. Heger siberojê dewleteke serbixwe ya Kurdan çêbe, ev xebat ji bo wê dê bibe piştek. Ji ber wê, ez wek saziyeke çandê ya Kurdan dibînim. 

Divê em çîrokên baş, helbestên baş, romanên xurt binivîsin... Divê em zanyar, dîplomat û teknîsyenên xurt mezin bikin. Divê destên me pênûs, makîne û sîleh baş bigrin. Carinan divê amûrê me bibe çek, carinan jî çeka me bibe amûr. Em baş dizanin ku heke em wê bi rêk û pêk bi kar bînin, ew dikare wek fîşekekê herî baş stranên gelêrî û gotinên herî rast bêje. Çiya, deşt û çemên me li benda me ne. Em naxwazin hemû jiyana xwe li derve derbas bikin û stranên biyanî bibêjin. Em gelên ku bi lehengiya xwe destan nivîsandine, îrade û hêza me heye ku em hemû zehmetiyên li pêşiya xwe derbas bikin. Şoreşgerên demokratên Tirk, Faris û Ereb jî wek parêzvanên herî samîmî yên mafê çarenivîsa netewa Kurd, parçeyek ji vê têkoşînê ne û li dijî dijminê hevpar têdikoşin. Biratiya çînên bindest yek ji çekên me yên herî bi hêz e. Dost û dijmin bila her kes bizane em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin... 

Li şûna ku ez bi koletî bijîm ez ê wek şervanekî azadiyê bimirim, baştir e. Bijî Kurdistana serbixwe û demokratîk a yekbûyî… Bijî biratî û hevgirtina gelê Kurd, Tirk, Ecem û Ereb…

Bijî Enstîtuya Kurdî…” 

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.