Bîrdanka netewa Kurd: Mamosta Şemal
În 29 Tebax 2025 - 03:15
Nivîskar lêkolîner, dîroknas û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Mamosta Şemal yek ji nivîskar, siyasetmedar, dîroknas, arşîvan û kesayetên diyar yê Germiyanê bû. Yek ji rewşenbîrên navçeya Kifriyê bû ku bi berhemên xwe mohra xwe li dîroka Kurdistanê bi taybet li Germiyan û Kifriyê xistiye.
Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamosta Şemal di sala 1960’an de li navçeya Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê jidayik bûye. Weke ku ew bi xwe dibêje binemala wî ji çiyayê Ajdaxewe hatine Kanî Goma ya Silêmaniyê û di dawiya serdema Osmaniyan de bapîrê wî çûye Kifriyê. Pêvajoya xwe ya xwendinê li Kifriyê derbaz kiriye. Li Zanîngeha Bexda li Koleja Endezyariya Çandiniyê mezun bûye. Zewiciye û xwedî 4 zarokane. Ji bilî zimanê Kurdî, zimanê Tirkî û Erebî jî dizane. Di jiyana xwe de bi çandiniyê ve gelek mijûl bûye. Ew karmendek yê Rêveberiya Çandiniyê ya Kifriyê bû. Di salên 90’î de dema fikir û felsefeya Apoyî li Başûrê Kurdistan geş dibû bi xwendina tezên Rêber Apo di sala 1996’an de felsefe û ramanên Rêber Apo têdigihije. Di sala 1998’an de dibe endamê YNDK’ê, piştre dibe endamê PÇDK’ê. Heta digihije şehadetê jî Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bû. Mamosta Şemal di salên 80’î de dinivîse û di sala 1982’an de bi zimanê Erebî helbestan dinivîse. Di navbera salên 1997-1998’an de mijarek siyasî digire dest û di rojnameya Welat de dinivîse. Piştî salên 2000’î gelek lêkolînên erdnîgarî û dîrokî wek pirtûk çap kiriye.
Kujer ji koma kontra ‘Gurên Boz’ e
Mamosta Şemal roja 28’ê Tebaxa 2022’yan di saet 13:00’an de dema ji karê xwe vedigeriya malê, li ber derê mala xwe ya li navçeya Kifriyê ji aliyê çend çekdarekan ve hat gulebarankirin û şehîd bû. Li gor agahiyên ji çavkaniyên, kujerê sereke yê Mamosta Şemal kesek bi esil Tirkmene ku navê wî Î.Î.E. ye. Ev kes di ‘Alaya Himayat’ a Eniya Tirkmen de kar dikir. Her wiha endamê koma ‘Gurên Boz’ bû û ji bo vê komê li Kifriyê kar dikir. Piştî ku Mamosta Şemal tê qetilkirin, kujerê binavê Î.Î.E. xwe digihîne Daqûqê, wesayîta xwe li mala birayê xwe dihêle, piştre ji wê derê diçe Kerkûkê, ji wê derê jî yekser diçe Bexda. Di heman rojê de bi rêya balafirxaneyê xwe digihîne Îranê û ji wê derê jî diçe Stenbolê. Piştî lêpirsîn li ser bûyerê tê kirin, hêzên ewlehiyê birayê wî yê ku Î.Î.E. wesayîta xwe li mala wî danîbû, bi tometa alîkarî daye kujer digrin. Piştî salekê jî bavê kujer tê girtin. Her çiqas bi tometa alîkarîdan û tevlîbûna di bûyera qetilkirina Mamosta Şemal de bira û bavê kujerê sereke hatibûn girtin, lê Dadgeha Sûc a Kelarê bêyî agahdariya parêzerên doza Mamosta Şemal biryara berdana wan du kesan da. Kujerê sereke reviyaye Tirkiye û nehatiye girtin, tevî eşkerebûna kujerê sereke û gelek belgeyên li ser bûyerê hene, lê heta niha dadgehê bi awayê ‘ne amadeye’ ew kes dadgeh nekiriye û dosya wî radestî polîsên Interpolê nekiriye. Di nava çend salên borî de, li Başûrê Kurdistanê 10 êrişên terorîstî yên siyasî ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê yên navxweyî ve hatine kirin. 5 ji van êrişên siyasî yên terorîstî li navenda bajarê Silêmaniyê hatine kirin, yên din jî li Germiyan, Hewlêr û Dihokê hatine kirin. Tevî ev êrişên terorîstî yên dewleta Tirk li alîkariya nokeran li nav qerebalixa bajaran û li ber çavê bi dehan kamerayên ewlehiyê hatin kirin jî, lê heta niha tu kujer an jî aliyên alîkarî dane wan, ji ber van êrişên terorîstî nehatiye girtin û cezakirin.
ROJNEWS