Emîne Erciyes sembola şoreşa jinê bû

Nûçeyên Jin

Pêncşem 11 Îlon 2025 - 16:45

  • Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û got:"Emîne Erciyes sembola şoreşa jinê bû."

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û destnîşan kir ku kesayet û têkoşîna wê ji bo şoreşa azadiya jinê û şoreşa demokratîk a hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê rê nîşan dide.

Hate ragihandin ku Şehîd Emîne Erciyes sala 2020’î li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Çîgdem Dogû diyar kir ku bersiva herî baş a ji bo bîranîna Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê û Endama Fermandariyê ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes were dayîn ew e ku mirov şoreşa Tirkiyeyê û şoreşa Kurdistanê weke şoreşeke yekgirtî û demokratîk binirxîne û vê yekê bi ser bixîne. Dogû got, “Soza me ya ji bo wê, dê li ser vê esasê be. Ez weke şexsî wisa wate didim parvekirinên me yên bi heval Emîne re. Lê weke rêxistinî jî em deyndarê wê ne. Em ê hewl bidin bibin layiqê wê.”

Çîgdem Dogû derbarê şehîd Emîne Erciyes de ev tişt gotin:

Ez hevrêya xwe Heval Emîne Erciyes a gihiştî şehadetê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Heval Emîne hevaleke Tirkiyeyî bû. Bi tevlîbûna PKK’ê ji rastiya şoreşên Tirkiye û Kurdistanê bawer kir.

Di vê wateyê de helbet bersiva me ya ji bo bîranîna Heval Emîne, dê li ser wê esasê be ku şoreşên Tirkiye û Kurdistanê û şoreşa demokratîk teqez bi ser bikeve. Li ser vê  bingehê  ez Heval Emîne bi bîr tînim.

Di sala 96’an de min Heval Emîne nas kir. Ji ber şêwazê tevlîbûna min û ya Heval Emîne, naskirina me hinek cuda bû. Plansaziyeke rêxistinê hebû ku hevalên Tirkiyeyî yên di nava PKK’ê de hîn zêdetir bala xwe bidin şoreşa Tirkiyeyê, ji bo bicihanîna şoreşa Tirkiyeyê saziyeke nû ava bikin. Li ser vê bingehê, jixwe bi navê Partiya Gelên Şoreşger a Tirkiyeyê rêxistinek hate avakirin. Yanî saziyeke ku hevalên Tirkiyeyî yên di nava PKK’ê de bûne xwedî ezmûn û tecrube li ser bingehê tevkarî û perspektîfên Rêbertî bi rêxistin kirî, hatibû pêşxistin. Di destpêka salên 90’î de li ser vî bingehî li Tirkiyeyê rêxistineke bi navê DHB hate avakirin. Heval Emîne jî di rastiyê de tevlî vê rêxistinê bû. Ez jî tevlî vê rêxistinê bûbûm.

Bi pêvajoyê re operasyon çêbûn. Piştre jixwe em ji Tirkiyeyê derketin û rasterast beşdarî rêxistinê bûn. Wê demê min Heval Emîne nas kir. Mehên havînê yên sala 96’an bû. Me bi hev re di heman dewreya perwerdeyê de cih girt. Hevalên Tirkiyeyî û Kurdistanî, komeke xwedî hejmara girîng. Em bi hev re di dewreyeke perwerdeyê re derbas bûn.

Zanebûna wê ya îdeolojîk, mereqa wê, lêgerînên wê, hewldana wê ya ji bo wate dayîna jiyanê, weke jinekê lêgerîna xwe naskirinê… Mesele rojnivîskên wê hebûn, me parve dikir, me ji hev re not digirtin û dinivîsand, carna me ji hevdû re dixwend. Bi rastî jî di wan rojnivîskên wê de timî lêgerîn hebû; hewldana jinekê ya xwe naskirinê, bi gotina Rêbertî ‘xwebûn’, yanî hebûna xwe car din naskirin, bi zanekirin û têkoşînê xwe jinûve afirandin. Heval Emîne di vî warî de kedek mezin da xwe, helbet ne tenê ji xwe re, kedek mezin da hevrêyên xwe jî, qedir da, di her têkiliyê de wateyek diafirand.

Ji bo heval Emîne ez dixwazim vê taybetmendiya wê bi taybet diyar bikim. Ji ber ku ruhê hunermend ê di hundirê wê de, bi îhtimalek mezin çavkaniya xwe ji vir digirt. Şêwaza wê ya wate dayîna jiyanê ne zanistî, hîn cudatir bû. Mesele pir eleqe dida quantumê, bi quantumê wate dida heqîqetê. Lê bi rêya hunerê jî; şano, muzîk, reqs… Weke jinek şoreşger bi rastî jî di wê mijarê de xwedî kesayetek azad bû. Di gelek mijarên ku gelek ji me bi rehet tevnedigeriya de, ew bi azad tevdigeriya.

Têkiliya Heval Emîne ya bi erdnîgarî, çiya û gulên Kurdistanê re pir cuda bû. Bi taybetî ji Zagrosan pir hez dikir. Dema Heval Emîne tê gotin, hezkirina Zagrosan tê hişê her kesê. Cîlo, Çarçela… Li wir kedek mezin jî da. Bi hevalan re hevdîtineke bêhempa derxist holê. Têkiliya wê ya hem bi hevalan re hem jî bi xwezaya Zagrosê re pir kûr bû. Belkû jî weke hevdîtineke dîrokî bû; li erdnîgariya ku pêşketina çandî ya ewilî ya mirovahiyê lê çêdibû, hîskirina wê bi rastî jî pir kûr bû.

Têkiliya Heval Emîne ya bi şer re jî pir ecêb bû. Li qada Rêbertî jî em di heman demê de bûn. Piştî perwerdeya dewreyê ya normal li qada Rêbertî qedand, Rêbertî ji bo ku Heval Emîne weke hevalek Tirkiyeyî hinek din jî di nava xebatên gel de bibîne, Kurdiya xwe pêş bixe, di nava rastiya gelê Kurd de hîn bêhtir bibe xwedî tecrube û di warê rêxistinî de jî bibe xwedî tecrube, xwest demekê li qada Rêbertî bimîne. Plansaziyek wiha hebû, vesaziyek wiha hatibû çêkirin.

Heval Emîne pir israr kir ji bo biçe çiyê. Lê ev ne zuha zuha ji bo kuştina mirovan bû. Bi rastî jî ji kûrahî hîs dikir. Weke hevalek Tirkiyeyî, hêrs û hesteke tolhildanê ya ji ber nasnameyek mêtinger hebû. Heval Emîne bi hatina çiyê û şerkirinê re dixwest hesabê vê hêrs û tolhildanê bibîne. Tevlîbûna wê timî li ser vê esasê bû.

Soza me ya ji bo wê, dê li ser vê esasê be. Ez weke şexsî wisa wateyê didim parvekirinên me yên bi heval Emîne re. Lê weke rêxistinî jî em deyndarê wê ne. Em ê hewl bidin bibin layiqê wê.  ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.