Ji Şêniyên Til Temirê banga têkoşînê
În 6 Sibat 2026 - 03:45

Şêniyên Til Temirê diyar kirin ku ji bo parastina aramiyê û bidestxistina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan divê gel hevgirtî be. Şêniyan got ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Tevî hemû gef û êrişan û gurkirina zimanê nefretê jî, gelê Rojava têkoşîna xwe li dijî her hewldaneke ji bo pêkanîna nakokiya di navbera pêkhateyan de berdewam dike.
Der barê mijarê de şêniyên bajarê Til Temirê bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakê ya li hember hemû gef û êrişan.
Xedîce Îbrahîm diyar kir ku yekitiya gelên herêmê bingeha aramiya wê ye û got: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin heya ku mafên hemû civakan di destûra siberojê de werin parastin. Armanca me ew e ku em bi rûmet û ewlehî bijîn.”
Xalid El Xelaf jî got: "Hevgirtina gel bûye bijarteyeke girîng. Astengî xelkê ji hev cuda nakin, berevajî vê, ew yekitî û hevgirtina wan xurt dikin. Em bi xebat, berxwedan û hevgirtinê hebûna xwe diparêzin. Daxwaza me ew e ku mafên me di destûrê de werin misogerkirin da ku siberoj aramtir be."
Jina ciwan Zehra Emîn diyar kir ku şêniyên herêmê bi rêya hevgirtinê û parastina herêmê li hember gef û astengiyan li ber xwe didin û got: "Em bi dehan salan li vir dijîn û aramiya li herêmê berpirsiyariya her kesî ye. Em siberojekê dixwazin ku mafên me bi zelalî û qanûnî werin misogerkirin.”
Nisrîn El Yûnis destnîşan kir ku yekitî û hevgirtin kevirên bingehîn in ji bo bidestxistina mafan, ew hemû bi biryar in ku mafên xwe di çarçoveyek destûrî de bi dest bixin.
ANHA / HESEKÊ














