Riza Altûn xeta şoreşgeriya giştî bû
Sêşem 23 Îlon 2025 - 18:00
- Ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Dûran Kalkan, Riza Altûn ê ku 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû weke 'nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî' pênase kir û got, "Ji aliyê hişmendî, biryar, îrade û pratîkê ve timî pêşeng bû."
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Dûran Kalkan qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn kir. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
"Tevgera me meha Gulanê, yanî di Meha Şehîdan de di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta du şoreşgerên mezin ên pêşeng; ji damezrînerên PKK'ê, hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo ragihand. Yek jê hevrê Fûat, yanî Alî Haydar Kaytan bû ku beşdarî civîna li Bendava Çûbûkê bû û yek ji endamên destpêkê yên koma Apoyî bû. Yê din jî hevrê Riza Altûn bû ku ji sala 1975'an û pê ve di nava koma Apoyî de bû, li her qadê têkoşiya û afirînerê pêşeng ê pêşketinan bû.
Beriya her tiştî van herdu hevrêyan, hevrê Fûat û Riza di Meha Şehîdan a Gulanê de bi hesret, hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza me ya ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dikim.
Ev heval di demên cuda de şehîd bûn. Hevalê Fûat 3'yê Tîrmeha 2018'an li Garê şehîd bû. Saeta ku şehîd bû jî baş tê bîra min. Rojek berê di civînekê de em bi hev re bûn. Em li heman qadê bûn, dema ku dijmin ew êrîşa nemerdane kir.
Hevalê Riza piştî salekê, di 25'ê Îlona 2019'an de li derdora Qendîlê şehîd bû. Ew roj jî, ew kêlî jî baş tê bîra min. Ez wê zemînê jî baş nas dikim.
Ev herdu hevrêyên di dem û qadên cuda de şehîd ketin, meha Gulanê meha Şehîdan hatin îlankirin. Bi vî rengî tevlî nava karwanê Şehîdên Gulanê bûn. Bûn şehîdên Meha Şehîdan.
Bi tecrûbe û jiyana xwe dîtibû bê mirovahî di bin siya sîstema dewlet û desthilatdariya heyî, bi taybetî jî li Kurdistana ku di bin mêtingeriyê de tenê tê wateya gotinekê. Lewma Rizayê beriya bikeve zindanê gelekî cuda bû. Rizayê ciwan li cihê xwe nedisekinî, mîna ciwa bi tevger bû.
Tûzlûçayirê navê Şîrketê lê kiribû. Malbata wî jî li nava derdoreke şoreşger bû. Hevalê Riza heta ku bê darizandin kesî nizanîbû ku Riza Altûn e. Kesî nedigot. Ji gelekan hebû ku navê wî bi rastî jî Şîrket e. Diyar bû ku patronê Tûzlûçayirê bû. Di nava şoregşeran de kesekî welê bi bandor bû. Ji aliyê têgihiştinê ve, ji aliyê biryar, îrade û pratîkê ve her tim pêşeng bû. Xwedî kesayetiyeke welê bû ku mîna ciwa bi tevger, mîna lastîkê nerm bû. Di cih de dikarîbû biryar bida. Zêde nedifikirî, bi lez biryar dida lê belê gelekî bi çalak tevdigeriya. Cihek tine bû ku Riza nikarîbû xwe bigihanda wê derê, qadek nebû ku nikarîbû lê bimeşiya. Kesayetek bi vî rengî nerm, bêguman têgihiştî, xwedî îrade û wêrekiyeke mezin, xwedî têgihiştineke xurt a sosyalîzm, azadî û baweriya bi hebûna Kurdan bû. Bi xeta Apoyî re piştî ku Rêber Apo nas kir, ji rastiya serketina xeta Apoyî gelekî bawer kir. Hevalê Riza şoreşgerekî welê bû ku di nava çalakiyan de bû, ji çalakiyan wêdetir ber bi serketinê ve dibeziya.
Lê belê piştî sala 1975'an min ciwanên şoreşger ên Tûzlûçayirê nas kir. Yê ku pêşengî ji wan re dikir jî hevalê Riza bû, ku jê re Şîrket digotin, yanî lîderê hemû şoreşgeran bû, ew bi rêxistin dikir. Min hevalê Riza nas kir. Çûm Tûzlûçayirê, hatim. Min malbata wî, mala wî dît. Dayika wî, xwişk û birayên wî nas kir.
Ji fermandarên pêşeng ên berxwedana Sêweregê bû. Beşdarî berxwedana Hîlwanê nebû, lê belê di amadekirin û meşandina berxwedana Sêweregê ya 79'an de di asta fermandariyê de bi erk û wezîfeyê rabû. Bû endamê Komîteya Leşkerî ya Navendî ya destpêkê ya PKK'ê ku ji 3 kesan pêk dihat û di kongreya destpêkê de hate hilbijartin. Berpirsyarê vê komîteyê hevrê Mehmet Karasûngûr bû. Di heman demê de endamê komîteya navendî bû. Bi navê komîteya navendî ji bo birêxistinkirina Komîteya Leşkerî ya Navendî hate wezîfedarkirin. Di heman demê de weke erk ji du alîkarên Komîteya Navendî hatibû wezîfedarkirin. Di Adar, Nîsana 1979'an de PKK'ê dema ber bi avakirina rêxistina leşkerî ve gav diavêt, hevalê Riza weke alîkarê fermandarê wê wezîfedar kir. Di asteke bi vî rengî de xwedî danheviyê bû.
Kesayetek welê bû ku ev yek dikarî bû bi ser bixista, ewqasî xwedî tecrûbe bû. Ji her alî ve dikarîbû ev wezîfe pêk bianiya, li Sêwerekê jî rola ku jê re hate dayin tê zanîn. Li wir armanc ne cezakirina çeteyeke feodal a eşîrî bû. Armanc ew bû ku li wir gerîla bide destpêkirin. Perwerdekirina yekîneyên gerîla, sewqkirina li qadên cuda yên welêt bû. Yanî di fermiyetê de hevalê Riza yek wan kesên destpêkê bû ku fermandariya gerîla, pêşengiya gerîla wergirtibû ser milê xwe.
Em demeke kurt bi hev re man. Xwe ji bo wezîfeyê amade dikirin. Jixwe piştî ku amadekarî qediyan ji bo li qada Îranê wezîfeyên partiyê bike derbasî wê qadê bû. Piştre vegeriya qada Rêbertî. Piştî ku em vegeriyan welêt, ji dûr ve jî be me timî hev dişopand, ji nêz ve bi hev re dixebitîn. Di sala 1995'an de li qada Zagrosê em bi hev re xebitîn. Di salên 1998 û 999'an de di nava wan pirsgirêkên giran de ku ji Rêbertî dûr ketibûn, di pêvajoya Kongreya 6'emîn de yê ku kongre civand, meşand, pêşengî kir û bû cihê baweriyê hevalê Riza bû. Di nava wê rewşa tevlîheviyê de hevalê Riza atmosfereke welê afirand ku kongre bê meşandin. Dîwana kongreyê bû û dîwaneke welê bû ku bi rengekî herikbar dimeşand.
Di vê wateyê de bi rastî jî şehadeta hevrê Fûat û Riza windabûna daneheveke girîng bû, em dikarin wisa bibînin. Me ti carî şehadet wekî windabûn nenirxandiye. Carinan di nava me de têgehên bi vî rengî tên bikaranîn, tên gotin, lê ev ne rast e. Divê wisa neyê gotin. Şehîd ne ew in ku winda bûne, şehîd ew in ku xwe pêk anîn e di warê hebûnî de. Ew in ku gihîştine serkeftinê, bûne şahidên şoreşê, şahidên serkeftinê. Ew in ku rêya serkeftinê xêz kirine, bi Rêbertiyê re bûne yek, gihîştine azadiyê. Ma qet ji van re dikare bê gotin windabûn? Windabûn bi rastî tê wateya bikarneanîna îmkan û firsendan e. Windabûn her tim rewşa jiyana vekirî ya ku ber bi aliyên cuda ve diçe ye. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN