Emîne Erciyes şopeke mayinde hişt
Yekşem 14 Îlon 2025 - 16:45
- Rengîn Botan qala şehîd Emîne Erciyes kir û got, “Cihê hevala Emîne di nava têkoşîna me de gelekî diyar e. Li nava tevgera jinê, li nava tevgera giştî şopeke mayinde hişt.”
Ji endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîn Erciyes (Nazli Taşpinar) di encama êrîşên dewleta Tirk de 20’ê Nîsana 2020’î li herêma Garê şehîd bû.
Hevrêya wê Rengîn Botan qala têkoşîn û berxwedana Emîne Erciyes a bi salan a li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Rengîn Botan anî ziman ku şehîd Emîne Erciyes ji qada Tirkiyeyê tevlî bû û got, “Beriya her tiştî hevala Emîne bi hurmet û minet bi bîr tînim. Di şexsê hevala Emîne de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîn, ked û fedakariya wan ditewînim. Vegotina hevala Emîne gelekî zehmet e. Min piştî salên 2000’î hevala Emîne nas kir. Hevaleke bi kelecan bû, ji ber vê yekê li cihê ku lê bû yekser bal dikişand. Hevaleke Tirk bû ku ji qada Tirkiyeyê tevlî bûbû. Ji ber ku hevaleke xwedî lêgerînan bû, di salên 1990’î de tevger nas kir û di salên 1996-1997’an de tevlî nava têkoşînê bû. Hevala Emîne bi jiyan, tevlîbûn, coş, kelecan û moralê xwe dihate naskirin. Xwedî taybetmendiyên Anatoliya Navîn bû ku ji wê herêmê hatibû. Zû xwe dida hezkirin, hevaltiyek bi dil û can dikir. Jixwe hevrêtiya wê gelekî xurt bû. Jineke hem şoreşger hem jî têkoşer bû. Lêgerînên wê yên azadiyê gelekî zêde bûn. Bi zanebûn tevlî nava jiyanê û têkoşînê dibû. Weke hunermendekê nêzî têkoşîna azadiyê dibû. Jixwe yek ji taybetmendiyên wê yên sereke jî hunermendiya wê bû. Mînak, dem dihat dibû helbestvan, dem dihat dibû nivîskar, dem dihat dibû wêjevan.
Gihîşt asta fermandariyê
Rengîn Botan işaret têkoşeriya şehîd Emîne kir û got, “Hevala Emîne gelekî bi tevger, bi dîsîplîn bû. Jixwe ji ber vê yekê di demeke kurt de wezîfeyên gelekî girîng, rol û mîsyon bi cih anî. Li qada leşkerî gihîşt asta fermandariyê. Salên dûr û dirêj di nava YJA Star û HPG’ê de di asta fermandariyê de bi roleke çalak rabû. Demeke dirêj li biryargehê ma. Di serî de Zagros û Behdînan hema bibêje li hemû qadan weke fermandarekê bi cidî kar meşand. Bi taybetî li Zagrosan fermandarî ne hêsan e, ne karekî ji rêzê ye. Lê belê hevala Emîne xwe jê re baş amade kiribû, lewma dikarîbû li qadeke weke Zagrosan fermandariyê bike. Di şer de gelekî wêrek bû, gelekî fedakar û fedaî bû. Di nava şervanan de jî ev ruhê fedaî diafirand.
Şopeke mayinde hişt
Rengîn Botan destnîşan kir ku şehîd Emîne Erciyes ji ber ku ji malbateke kedkar bû di temenekî gelekî ciwan de bi berpirsyarî rabû û di dawiya axaftina xwe de got, "Hevala Emîne di nava tevgerê de, li her qada jiyanê bi taybetmendiyên xwe yên kedkariyê li pêş bû, ev taybetmendiyên wê gelekî xurt bûn. Nediwestiya, timî weke ku divê bigihêje cihekî, weke ku di maratonê de ye tevdigeriya. Timî dixwest bigihêje armancên ji xwe re diyar kiriye. Her tim armancên mezin datanî pêşiya xwe. Ti carî bi rengekî rûtîn tevnedigeriya. Cihê hevala Emîne di nava têkoşîna me de gelekî diyar e. Li nava tevgera jinê, li nava tevgera giştî şopeke mayinde hişt." ANF/BEHDÎNAN