Riza Altûn xwedî tecrube bû

Yekşem 21 Îlon 2025 - 17:10

  • Ji fermandarên HPG'ê Gurcan Komata ji bo şehîd Riza Altûn got, "Riza Altûn fermandarekî mînak, zane û xwedî tecrûbe bû."

Ji fermandarên HPG'ê Gurcan Komata qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn kir ku şehadeta wî di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hate ragihandin.

Gurcan Komata anî ziman ku şehadeta Riza Altûn hem ji bo tevgerê hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo Rêber Apo windahiyeke mezin bû û destnîşan kir ku Riza Altûn fermandarekî mînak, zane û xwedî tecrûbe bû. Gurcan Komata bi vî rengî qala şehîd Riza Altûn kir:

"Di destpêkê de di şêxsê hevalê Riza Altûn, hevalê Fûat (Alî Haydar Kaytan), hevalê Kara Emer (Heydar Altûn) de hemû şehîdên şorêşa Kurdistanê, şoreşa PKK’ê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Min çawa hevalê Riza nas kir, yan jî min li ku derê dît? Di sala 1993’yan de li Şamê dît. Dema min dît, li mala Serokatî bû. Serokatî gelek caran bi hevalê Riza re li ser berxwedana zindanê û jiyana hevalên zindanê çawa hat meşandin nîqaş dikir, bi vî awayî me ji nêz ve temaşe dikir. Hevalê Riza li hemberî Rêbertî hem samîmî hem jî cîdî bû. Di rûyê hevalê Riza de xuya dibû. Di hêla ruh, coş û kelacan de dîtina Serokatî, dîtina hevalê Riza bi Serokatiyê re, hem bandor li ser min kir hem jî pir kêfa Rêber Apo û hevalê Riza jî dihat. Ji ber ku piştî demek dirêj hatina wî ya ji bo Şamê û derketina ji zindanê, cihê moral, coş û kelecanê bû. Min pir navê hevalê Riza bihîstibû, lê min qet nedîtibû. Lê ji beriya ku bibînim ji bo min mereqekî pir mezin bû. Pêşiya wî jî hevalan ji me re çalakiyên ku hevalê Riza kiriye digotin.

Piştî ew qas sal min di 1993’yan de li Şamê Zahîr El Aadîm dît. Lê naskirina wî wiha bala min kişand; hem Rêber Apo hem hevalê Riza wiha bi hev re hem nîqaş hem jî pirs dikirin, heta ku Rêber Apo pirs nekiriba hevalê Riza bersiv nedida, bi rêz û hurmet nêzîkî Rêber Apo dibû. Piştî ku Rêber Apo pirs dikir hevalê Riza bersiv dida. Hevalê Riza li hemberî Serokatî hem cidî bû hem jî bi pîvan bû. Bejna hevalê Riza zirav û dirêj bû, wiha pir zindî xuya dikir.

 

Gurcan Komata

 

Dema ku dibêjin hevalê Riza hevalan digotin kodên wî pir bûn, wekî şef, teşkîlat, wekî şîrket, nav li ser hevalê Riza pir bûn. Hem di hêla jiyanê de hem jî di hêla rabûn û rûniştinê, sekin de li ser min pir bandor kir. Jixwe ji min re meraq bû ez wî bibînim. Yek hevalê Riza Altûn, duyemîn jî hevalê Karasû, hevalê Remzî Avcioglû, hevalê Celalê Ereb bûn. Bi Rêber Apo ew nîqaş û danûstandin pir bala min kişand û pir bandor li ser min kir. Hevalê Riza li wê dêrê yanî li Lubnanê gelek caran perwerde dida. Dema ku perwerde dida, bi Tirkî şîrove dikir lê dema ku îzah dikir ji bo ku bê fêmkirin, ji bo ku bikeve hişê hevalan pir bandor dikir. Di hêla şêwaz, pîvan, rê û rêbaz de pir tesîr dikir. Heval Riza Altûn li cem hevalê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş hatibû, ji ber vê yêkê heval bi çar guhan û çar çavan li heval dinêrin. Ez bibêjim min wî li wê derê nas kir, zehmet e ez bêjim min li wê derê nas kir. Lê piştre di cih û dîrokên cuda de me hev dît. Ez dikarim bêjim jiyana bi hevalê Riza re, kaniya jiyanê, romana jiyanê ye. Lê demekî dirêj, ez ê cih û dîrok jî bidim; Di 94-95 kongreya 5’an de li Heftanîn Geliyê Pirbila em bi hev re man. Di kongreyê de dema ku diaxivî, yan jî nêrînên xwe dianî ser ziman, bala hemû havalan dikişand, çi hevalên jin çi jî hevalên xort. Dema li ser Rojhilata Navîn, Ewropa, li ser dîrokê, civakê û dewleta Tirk diaxivî, tesîr li ser hemû hevalan dikir.

Em di kongreya 5-6-7'an de em bi hev re man. Em piştre li Xinerê, Garê, Qandîlê bi hev re man. Hevalê Riza romanek yê şoreşa PKK, şoreşa Kurdistanê ye, efsane û xezîneya jiyanê û zanistê bû. Hevalê Riza wekî pirtûkxaneya PKK’ê bû. Rêber Apo her tim digot, ‘Hevalê Kemal Pîr û hevalê Mazlûm Dogan wekî pirtûkxaneyê ne’. Hevalê Riza Altûn jî yek ji wan bû. Hevalê Riza Altûn dikarî ji tehtê jiyanê biquliqîne. Yanî bê derfetî dikarî jiyanê biquliqîne. Yek ji taybetmendiyên hevalê Riza ev bû. Du jî pir bi sîstem dijiya. Pir dixwest rastiya Rêber Apo, rastiya hevalê Kemal Pîr, rastiya hevalê Mehmet Hayrî Dûrmûş hem di şexsê xwe de hem jî di derdor û gel de bide jiyîn. Ev taybetmendiya wî pir pêş ketibû. Bi hevalên jin û xort re pir bi eleqeder bû. Nimûne, bi axê re çandiniyê re, yan jî karê dîplomasiyê re, karê siyasetê re eleqeder dibû, yanî çi tiştê baş tu dixwazî di şexsê hevalê Riza de tê dîtin. Lê di me hemû mirovan de tiştê baş jî heye kêmasî şaşitî jî heye ev rastiyek e. Yanî mirov bê kêmasî bê şaşitî nikare jiyan bike. Lê di jiyanê de di suhbetê de heta li ber televizyonê, li ser xwarinê her bîranînên xwe digot. Bîranîn xwe yên şoreşê digotin, yên di zindanê de digotin, yên di gerîlatiyê de digotin, heta ku bê derfetiyê çawa tişt ji bo PKK afirandine digotin.

Min hevalê Fûat jî di 1985’an de li Heftanînê dît, hevalê Kara Emer (Heydar Altûn) jî di 1989’an de li Cûdî dîtibû, ji ber vê yekê tesîr, taybetmendî, jiyan, suhbet û nîqaşa wan pir tesîr li ser min kir. Tişta herî rast jî ew e ku hevalê Riza di ruh, mejî, jiyan û pratîka xwe de bidin jiyîn. Her hevalên ku bi hevalê Riza re mane, hem bi hevalên nû hem jî bi gel re bidin naskirin, bidin jiyîn. Jixwe pîvan, tarz û uslûba me ew e ku em bidin jiyîn. Mezin bidin jiyîn ku mezin bijîn. Ew li cem me şehîd nebûne, ew li cem me dijîn, tu car namirim û wê her bijîn.

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.