- Li Îdareya Raperîn zêdetirî 600 şunwarên dîrokî yên giring ku dîroka wan digihe hezaran sal hene.
Ev şunwar bi hevkariya tîmên biyanî tên dîtin û lêkolînkirin. Lê heta niha li îdareya Raperîn ji bo parastina van şunwaran mûzexaneyek nehatiye avakirin.
Şunwarên dîrokî belgeyên herî baş ên dîrokîne ku rastiyan û niştecihbûna gelan diyar dikin. Ji ber vê çendê divê giringiyek taybet pê were dayîn. Piştî lêkolînan pêwîste ev şunwar di cihên herî parastî de bên hiştin daku nifşê nû jî şahidiyê ji vê dîrokê re bike. Li Kurdistanê jî yek ji deverên ku bi sedan parçeyên şunwarî têde hatine dîtin, sinorê îdareya Raperîne. Lê heta niha mûzexane li vê deverê nîne.
Rêveberê Şunwarên Raperîn Barzan Bayiz li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Li Îdareya Serbixwe ya Raperînê nêzî 600 şunwarên dîrokî hene ku di lîsta şunwaran a Iraqê de li gor standartên navdewletî hatine tomarkirin. Beriya projeya rûpîvanê tenê 70 deverên şunwarî hebûn. Lê piştî ku karên rûpîvanê bi hevkariya Rêxistina FPO ya Fransî, zêdetirî 530 cihên din ên şunwarî hatin tomarkirin.
Dîroka şikeftê digihîje serdema neolîtîkê
Barzan Bayiz da diyarkirin ku niha 9 tîmên biyanî ku li zanîngehên navdewletî de pisporiya wan li ser şunwarnasiyê hene, bi hevkarî û hemahengiya li gel rêveberiya wan de kar dikin. Bayiz got: “Ev tîm di jêr çavdêriya Rêveberiya Giştî ya Şunwarî ya Kurdistanê de kar dikin û ji bo derxistina dîroka van şunwarên dîrokî û parastina wan dibin alîkar.” Di derbarê şunwarên herî giring ên deverê de Barzan Bayiz got: “Şikefta Bêtkar a li sinorê bajaroka Serkepkan dîroka wê digihe serdema neolotîkê û mirov têde jiyan kirine. Her wiha Girê Şimşare ya li Deşta Bêtwên dîroka wê digihe dema serdama ku mirovan di şikeftan de jiyan dikirin û karê çandiniyê dikirin. Şarê Derbend jî wek deverek şunwarî ya gelek giringe, dîroka wê jî digihe serdema Helenîstiyan û wek bajarekî leşkerî hatiye naskirin.”
Welatî li bermahiyan xwedî derdikevin
Rêveberê Şunwarên Raperîn Barzan Bayiz di derbarê nebûna mûzexaneyê de jî got: “Kelûpel û şunwarên ku di dema lêkolînan de derdikevin yan jî welatî radestî rêveberiya me dikin, em bi emanetî li mûzexaneya Silêmaniyê didaynin. Dema ku mûzexane li Raperînê hat vekirin emê wan şunwaran bînin têde bicih bikin. Cihên şunwarî yên vê herêmê ji şikeftan, gir û newalan pêk tên ku hemî şunwaran di nav xwe de dihewînin.”
ROJNEWS/RAPERÎN