- Hunermendekî wek Qendîl û Gare bi hunera xwe li hemberî dagirkeriyê sekinî, bi stran û gotinên xwe dagirker tevizandibû. Hêza gotinên wî bi qasî guleya pêşmergeyekê ya li dijmin dikeve bi êş û jantir bû ji bo dijminan.
Îro 15 sal li ser koça dawî ya hunermend û şoreşgerê netewî Hemeceza re derbas dibe. Vî hunermedî bi hunera xwe rejîma Sedam tevizandibû. Wî huner û çeka ser milê xwe kiribû yek û vegerandibû hunereke ya şoreşgeriyê.
Hemeceza êşa welat bi vê çarinê tîne ziman:
Ez bi xema te ciwanim ey welat
Ya çarenûsa mine ey xaka şîrîn
Tengezarî neke ji bo te weke şitlekê me
Şehîd û pêşmergeme li ser piyanim…
Di nava 41 salên şoreşgerî û kurdayetiyê de bi mûzîk, meqam û stranan xizîneya hunera Kurd dewlementir kir. Wî di helbestên xwe de çiya, şehîd, gerîla û pêşmerge tim bilind dikir. Ji ber dengê xwe yê taybet û kesayetiya xwe ya bihêz weke hunermendeke pêşmerge û netewî li hemû aliyan nav û dengê wî belav bû.
Li ser rêya bavê xwe bû
Hemeceza sala 1949’an li Silêmaniyê hatiye dinê. Di nava malbateke dengxweş û xwedî dengên bi soz de mezin bûye. Hemeceza yek ji wan kesan bû ku hê di zarokatiyê de bi dengê xwe yê xweş diyar û kifş bû. Hacî Elî Beg bavê Hemeceza kesayetiyeke naskirî têkoşer û xêrxwazê bajarê Silêmaniyê bû. Yek ji kesên bi bandor yê Silêmaniyê bû. Hemeceza kurê mezin yê Hacî Elî Beg bû, ew jî li ser rêya bavê xwe xwedî bandor û civakhez bû.
Hewlêr pêşwaziya wî dike
Hemeceza di 19 saliya xwe de zewiciye û bavê 6 zarokan bûye. Di temenê xwe yên ciwanî de bi nav û deng bibû1. Sala 1970’ê diçe Hewlêr ser şahiyan û pêşwaziyeke germ lê tê kirin. Demekê li Hewlêr dijî û sala 1981’ê ji ber zextên rejîma Baasê bi neçarî ji Hewlêr derdikeve berê xwe dide çiya û dibe pêşmerge. Hunermend Hemeceza sala 1969’an bûye endamê koma huner û wêjeya Kurdî, her di wê salê de li gel hunermend Heme Nêrgiz, Osman Elî, Salih Mecîd tevlî gelek şahiyên mûzîk û stranan dibin.
Hem peşmerge hem jî hunermend e
Sala 1971’ê li gel koma Bawacî Koye strana ‘Bîbî Xanim’ tomar dike. Sala 1977’an jî berhema bi navê ‘eşq û azadî’ û berhema Hêmin Mukriyanî li gel Koma Mûzîka Hewlêrê tomar kiriye. Piştre 4 stranên din li gel hema komê belav dike. Sala 1980’ê jî du stranên din li gel ‘Koma Mûzîka Hewlêr’ tomar dike. Li gel karê jiyana zehmet ya çiya û pêşmergetiyê zêdetir bi karê hunerê ve mijûl dibe. Çiya, dol, deşt û newal xwezaya Kurdistanê û pêşmergetiyê dike mijarên hunera xwe. Di jiyana xwe ya li çiya û pêşmergetiyê de gelek sirûdên welat, pêşmerge û xebatên rizgariya Kurdistanê dinivîse.
Xelata rûmetê wergirt
Piştî azadbûna Başûrê Kurdistanê stranên Hemeceza li gel Koma Şehîd Karzan piştî raperîna bihara 1991’ê, bi Koma Hûnera Hewlêr re di şahiya mamostayan de helbest gotiye. Piştre demekê bi malbata xwe re berê xwe da Danîmarka. Li wir jî tevî gelek çalakî û şahiya bûye. Hemeceza weke hunermendek bûye malê hemû Başûrê Kurdistanê. Salên 2000’î li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Rojhilatê Kurdistanê gelek şahî lidar xistiye, tevlî gelek bernameyên radyo û televîzyonan bûye. Sala 2009’an Wezareta Çand û Ciwanan li bajarê Hewlêr li Salona Pêşewa hêjayî xelata rûmetê hate dîtin. Demek dirêj weke hunermend û peşmerge Hemeceza li bajarê Silêmaniyê jiya.
Di dema çiya û şoreşê de dengê Hemeceza sembola xweragirî û berxwedanê ya pêşmergeyên li dijî dagirkeriyê bû. Dema wî strana ‘Ho kaka pêşmerge’ digot, peşmerge bi hêz û vîneke xurt li hemberî dijmin disekinî û li berxwe dida. Heta niha jî ev stran li ser zimanê pêşmergeyane.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN