Destûra bingehîn dibe sedema êrîşan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Cotmeh 2025 - 16:45

  • Tevî ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê komîsyonek hatiyê avakirin jî êrişên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Di nava vê hefteyê de êrişên ku li dijî zimanê Kurdî pêkhatin di rojeve de ne. 

Êrişên di demên dawî yên li ser zimanê Kurdî bi tîma futbolê ya Amedsporê ve dest pê kir. Amedsporê di meha Îlonê de bi marqaya marketa “Tezgel Komê” vê hevpeymana sponsoriyê îmza kiribû û TFF jî ew yek pejirandibû. Lê tevî vê jî di 21ê Îlonê de di maça Amedspor û Sakaryasporê de TFFê bi hinceta li ser nivîsa Kurdî heye, xwest Amedspor formaya xwe biguherînê. Lê Amedsporê ew yek qebûl nêkir. TFF ev yek kir hincet û 110 hezar cezayê pere li Amedsporê birî. Hê nîqaşên vê yekê di rojeve de bûn vê carê jî dibîstana taybet TED Koleja Amedê di 26ê Îlonê de fermana “Li her derê dê zimanê Tirkî were axaftin” li zarokên Kurd da xwendin û vîdeoya vê jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Li ser vê yekê saziyên ziman û gelê Kurd êrişên li ser ziman şermezar kirin û hêj jî nîqaşên li ser êrişên li dijî zimanê Kurdî didomin.

Parêzer Dogan Şenses ku li Komeleya Ziman, Çand û Hunerê (ANKA-DER) mamostetiya zimanê Kurdî dike, tekildarî êrişên li ser zimanê Kurdî, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê mafê ziman be naskirin û Destûra Bingehîn ku dibe sedema êrişên li dijî zimanên cûda, bê guherandin.

‘Êrişên li ser ziman dijbertiya pêvajoyê ye’

Dogan Şenses bi lêv kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de êrişên li ser ziman dijbertiya pêvajoyê ye û ev tişt gotin: ” Êrişên li ser zimanê Kurdî ne nû ne. Dewleta Tirkiyeyê ku li ser pergala netew dewlet ava bûye, ji xwe re di destpêke de ji holê rakirina nasnameyên cûda kir armanc. Ji ber polîtikayên tunehesibanê, bi sed sal in, li ser zimanê Kurdî êriş hene. Lê Kurdan li dijî van polîtikayên bişaftinê li ber xwe dan û bi têkoşîna xwe hebûna xwe mîsoger kirin. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de êrişên dawî, ji ber zimanê Kurdî cezadayina Amed Sporê û bûyera Amedê tê wê wateyê ku daxwazên Kurdan ên ziman û nasnameyê qebûl nakin. Em dibêjin em ê bi ziman, çand û nasnameya xwe xwe bi rêxistin bikin lê belê ew bi van êrişan bersiva daxwazên me didin. Bi van êrişan pêvajoyê nas nakin. Anku pêvajo bixwe pirsgirêka ziman e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Kurdî ye. Lê di çareseriya vê pirsgirêke de êrişên bi vî rengî jî dijbertiya pêvajoyê ye. Jixwe dema nehiştin Dayikên Aştiyê di Komîsyona Meclise de bi Kurdî biaxivin, nêzikatiya xwe ya li dijî zimanê Kurdî nîşan da. Di êrişên dawî de jî cesaretê ji wir digrin. Di pêvajoyê de mijarên diyarker yak jê rewşa birêz Abdullah Ocalan e ya din jî ziman e. Heke di van herdu mijaran de gav neyê avêtin ev tê wê wateyê ku di çareseriya vê pirsgirêkê de ji dil nîn in.”

‘Makezagona ziman tunedihesibînê divê bê guherandin’

Dogan Şenses diyar kir ku bi vêbûna Meclisa Mezin re ji bo çareseriya zimanê Kurdî divê qanûn bên amade kirin û axaftina xwe wiha domand: “Komîsyona Meclise ava bûye, niha saziyan guhdar dike. Lê di serî de divê guh bidana saziyên ziman. Lê ew nekirin. Me jî weke saziya ziman raporek amade kiriye. Em ê  vê rapore jî heke bang li me bikin, pêşkeşî Komîsyonê bikin lê heke bang nêkin jî em ê wek rapor pêşkeşî Meclise bikin. Em ê têkoşîna xwe bi her awayî bidin meşandin. Divê di serdama nû ya amadekirina qanûnan Meclise de teqez xalên ku zimanê Kurdî û zimanên din ên tune hatine hesibandin ji Destûra Bingehîn bên derxistin. Destûra Bingehîn li ser Tirkîtiyê ava bûye. Heke mafê hemû gelan bê mîsogerkirin û ziman bên naskirin jixwe pirsgirêk ji holê radibin. Êrişên dawî jî jixwe bingeha xwe ji vê makezagonê digrin. Heke makezagon biguherê pêşiya êrişan jî wê bê girtin. Ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê jî divê qanûn bên amadekirin. Heke Destûra Bingehîn a tunehesibandina gelan dike bê sererastkirin, pirsgirêk wê çareser bibin. Lê heke makezagon neguherê û tunehesibandina zimanê Kurdî û gelên cûda berdewam bike jixwe pirsgirêk çareser nabe.”

Xebatên ji bo naskirina mafê zimanê Kurdî

Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şenses li ser rol û rista saziyên ziman a di pêvajoyê de diyar kir ku wan weke saziyên ziman ji bo naskirina mafê zimanê Kurdî, plansaziya çalakiyan kirine û wiha pê dê çû: “Hefteya borî me bi Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partî û hemû saziyên ziman civînek pêk anî. Di wê civînê de me raporek jî amade kir. Ji bo mafê zimanê Kurdî bê naskirin divê çi be kirin, hewce li çi heye me weke rapor amade kiriye û em ê pêşkeşî komîsyonê bikin. Ji aliyê din vê jî ji bo naskirina mafê zimanê Kurdî me plansaziya çalakiyan jî kiriyê li gor wê em ê çalakiyan jî di demên pêşiya me de li dar bixin. Lê divê di serî de em xwe bi rêxistin bikin. Divê em bi xwe alternatîfan ava bikin. Yanî em bixwe akademiyan ava bikin. Ne tenê bi kursên ziman, ji aliyê wêje, dîrok û berfirehtir dersan bidin. Yanî li bende nesekinin ku dewlet ji aliyê perwerdehiyê ve gav baveje. Em bixwe jî ava bikin.” 

MAHMUT ALTINTAŞ /AW/ENQERE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.