Tesîra pirtûkan li ser civakê nema ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Îlon 2025 - 16:15

  • Her diçe rewşenbîr û nivîskar fikarên wan yên li ser kêmbûna xwendinê zêdetir dibe û destnîşan dikin bi qasî bandora tevnên civakî li ser civakê heye, bandora pirtûkan nemaye. Rewşenbîr diyar dikin ku her kêliya ku xwendin bû çandek di nava civakê de wê hişyariya nava civakê derkeve holê.

Her çende di hemû civakan de xwedin çavkaniya herî sereke ya berfirehûna raman û zîrekbûna ferdên civakê jî be. Lê di roja îro de ji ber pêşketinên teknîk-tekolojî, tevnên civakî, nebûna derfetên kar û gelek sedemên din rêjeya xwendinê di nava civakê de kêm bûye.

Vê yekê fikarên mezin bi rewşenbîr, nivîskar û xwêneran re daye çêkirin. Rewşenbîrên Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn derbarê sedem û rewşa kêm xwendinê ji Rojnewsê re anîn ziman.

‘Dema ji xwendinê bû ji jiyanê jî qut dibe’

Nivîskar û Ronakbîr Rêbwar Xidir bal kişand ser xwendina pirtûkan û destnîşan kir ku çavkaniya herî rasta ya xwe gihandina zanînan pirtûke û got: “Xwendin yek ji karê herî başe di nava civakê de û hêvîdarim em xwendina pirtûkan bikin çandek ji bo xwe.” Rêbwar Xidir anî ziman ku çanda xwendinê di nava kîjan civakê de hebe, ew civak zindî ye; ji rê dernakeve û wiha pêde çû: “Ji bo wê pir girînge her ferdekî civakê bixwîne û xwendine bike çandek. Her dema ji xwendinê bû, ji civakê û jiyanê qut dibe. Xwendin mirovan digihîne çavkaniyên agahiyan û ji derdor agahdar dike.”

 

Bekir Mehmûd

 

‘Çanda xwendinê pêş neketiye’

Hunermend Bekir Mehmûd anî ziman ku xwendin xwedî bandoreke mezine û got: “Mixabin çanda xwendinê di nava civaka me de pêş neketiye. Her kêliya ku xwendin bû çandek di nava civakê de wê demê wê bandora wê ya hişyariya nava civakê derkeve holê.” ROJNEWS/QELEDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.