Welatî nikarin neftê bigirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Cotmeh 2025 - 15:15

  • Werza zivistanê nêz dibe, lê heya niha jî hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê neft li welatiyên Îdareya Raperîn belav nekiriye. Welatî dibêjin di rewşek wiha bê mûçeyî de, ew ê nekaribin neftê bikirin.

Tevî ji werza zivistanê re demek kurt maye, lê heya niha jî hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê li welatiyan neft belav nekiriye. Li aliyê din hîn jî hikumetê mûçeyê karmendan hemû belav nekiriye. Welatî û firoşkarên neftê yên bajaroka Qeladizê ya Îdareya Raperîn axivîn.

Qadir Hisên got ku hîn nebûyî zivistan bihayê neftê gelek giran bûye û kes nikare bikire. Qadir Hisên got; “Ji ber bêkarî û bê mûçetiyê em nikarin neftê bikirin, eger xelk mûçe wernegire wê çawa neftê bikire? Ez bang li hikumetê dikim pêwistiyên jiyana xelkê dabîn bike, ji ber ku xaka me tije neft e, lê em nizanin ev dahat û neft bi ku ve diçe. Dahata neftê tenê ji bo du malbatan û bi xwe jê sûd digirin, lê em bermêlek neft jî nabînin. Xelk ji nefta xwe sûdê nabîne, bi hezaran kes heye nan nîne bixwin, nikarin kirêya xaniyên xwe bidin. Em nizanin çi bikin û hewara xwe bigihînin kê.”

Firoşkarê neftê Resûl Mihemed jî li ser heman mijarê wiha got; “Ji niha ve nirxê neftê biha dibe, eger bi vî awayî bidome wê hîn bilindtir bibe. Herwiha ji ber ku bihayê ceyrana 24 saetî bilind e, kes nikare sobe û kel û pelên din ên ceyranê pê bixe. Niha bazar rawestiyaye, tenê dema mûçe tê belavkirin, welatî dikarin neftê bikirin. Sala borî di dema herî sar de bermêlek neftê bi 145 hezarî bû, lê niha ku hîn jî ji zivistanê re demek maye, bûye 155 hezar.” ROJNEWS/QELADIZ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.