Mihrîcana Osman Sebrî cara 8’an tê lidarxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Cotmeh 2025 - 00:15

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 salan carekê di navbera mehên Cotmeh û Mijdarê de Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî li dar dixe.

Li gorî agahiyên ku me ji endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Botan Hoşê girtine, mîhrîcan di 3-5`ê Mijdarê de pêk tê û îsal pêşbirka mîhrîcanê berhemên şanoyê ye.

Botan Hoşê da zanîn ku li kêleka pêşbirkê dê di mîhrîcanê de çalakiyên wêjeyî û hunerî yên mîna semînerên têkildarî rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên dayîn.

Têkildarî hejmara şanonûsên ku beşdarî pêşbirka mîhrîcanê ya 8`emîn bûne, Botan Hoşê diyar kir ku ew ê di roja dawîn a mîhrîcanê de agahiyê parve bikin. Pêşbirk ji bo berhemên (pirtûk) bi zimanê kurdî, erebî û suryanî hatiye organîzekirin, lê vê salê tenê berhemên bi zimanê kurdî û erebî beşdar bûne.

Mîhrîcan dê li hola Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) a li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Dê şanonûsên ku tev lî pêşbirka mîhrîcanê bûne, li ser astên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bên xelatkirin. Berhemên ku xelat wergirtine dê ji aliyê komîteya amadekar a mîhrîcanê ve bên çapkirin û belavkirin.

Di Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya 7`emîn de (2023), pêşbirk a helbestan bû. Dê di mîhrîcana îsal de romannûsên ku wê salê  xelat wergirtine, berhemên wan bên bi merasîmekê bên derxistin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.