Muzîk azad dike aştî mezin dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 00:27

Platforma Muzîkê ya Bajêr ku li Wanê xebatên muzîkê dimeşîne, wê di navbera 10-14’ê Kanûnê de Mîhrîcana Muzîkê ya 1’emîn li dar bixe. Ew ê di mîhrîcanê de gelek komên muzîkê û stranbêj derbikevin ser dikê û stranên xwe bibêjin. Her wiha ev cara yekemîn e ku festîvaleke muzîkê li Wanê tê lidar xistin. Ev mîhrîcan, wê bi piştgiriya şaredariyên Rêya Armûşê, Tûşba, Artemêtan, Komeleya Aryen Hunerê û li Navenda Çandê ya Berîvanê ya Şaredariya Rêya Armûşê bê lidarxistin.

Derbarê mîhrîcanê de endama platformê stranbêj Neslîhan Edîş behsa hurgûliyan kir û banga tevlibûnê li Waniyan kir.

Neslîhan Edîşê ewilî behsa avakirina Platfoma Muzîkê ya Bajêr kir û da zanîn ku wan ev 6 meh in ev platform ava kirine. Neslîhan Edîşê diyar kir ku platform armanc dike ku muzîkjenên Wanê bîne cem hev û got:“Em ê atolyeyan çêkin ku muzîkjen derbarê muzîka cîhanê de, ji aliyê teoriyê ve bi pêş ve biçin. 92 muzîkjenên li Wanê dijîn ku bi her cure muzîkê ve eleqedar dibin, di nava platformê de ne. Armanca me ya sereke ew e ku em bandora bişaftinê ya li ser Kurdî xelasbikin û muzîka Kurdî biparêzin.”

Bi awayekî kolektîf tê lidarxistin

Neslîhan Edîşê behsa hurgûliyên Mîhrîcana Muzîkê kir û ev tişt anî ziman:“Ew ê mîhrîcana me bi rock, blus, dengbêjî hwd. û bi pirzimanî derbas bibe û her roj wê 2 kom derbikevin ser dikê. Ev kom hemû endamên platformê ne. Roja ewil ya mîhrîcanê wê bi dîwana jinan dest pê bike û ez jî di nav de nêzî 10 jin di dîwanê de hene. Ev mîhrîcan wê bi awayekî kolektîf bê lidarxistin.” Neslîhan Edîşê bi bîr xist ku tiştên civakê diyar dikin huner, muzîk, çand û ziman e û destnîşan kir ku armanceke din ya wan ew e ku Kurdî di nava civakê de zindî bihêlin û got:’’Divê em û civak li cihekî bigihijin hev û ew cih jî huner e. Ev cara ewil e ku di bin banê platformekê de mîhrîcaneke muzîkê tê lidarxistin. Em hêvî dikin xebat û mîhrîcanên bi vî rengî zêdetir û mezintir bibin. Em bi dirûşma ‘muzîk azad dike, aştî mezin dibe’ vê mîhrîcanê li dar dixin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li mîhrîcana me bibin.”

AW/BAZÎD EVREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.