Bi konsera Kezî piştgirî dan Rojava

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 31 Çile 2026 - 00:40

Li navçeya Kelar ji aliyê Koma Kelha Şêrwan ve Konserta Kezî hat organîzekiri.

Çalakiyên piştevaniya bi Rojava re ya li Germiyan dewam dike. Di vê çarçoveyê de di saetên êvarî de li navçeya Kelar ya ser bi Germiyanê bi amade bûna gelek kesî li Salona Nunerê Koma Kelha Şêrwan Konserta Kezî pêşkêş dikin.

Yek ji endamê komê Ferman Luqman axivî û got: “Armanca me ewe ku dahata konsertê pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê bikîn. Her wiha wê di konsertê de sirûd û stranên netewî tê pêşkêşkirin.

Ferman Luqman anî ziman ku konsert ji du beşan pêk tê û got: “Beşek vê saetê tê pêşkêş kir û beşa duyem jî wê saetên şeve destpê bike.”

ROJNEWS/KELAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.