
Sêyemîn Mihrîcana Orkêş ya Mûsîkê roja Duşemê li bajarê Hesekê, dest pê kir. Di mihrîcanê de berhemên nûjen ên ku cihêrengiya çandî nîşan didin û jiyana hevbeş di navbera gelan de pêş dixin, têne pêşkêşkirin. 24 komên hunerî yên ku pêkhateyên cûda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dikin, her wiha kom û hunermendên ji Başûrê Kurdistanê beşdarî mihrîcanê bûn. Hevsroka Tevgera Tevgera Mezobotamyayê ya Çand û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama komîteya amadekar a mihrîcanê, Sumeya Mihemed der barê çalakiyên mihrîcanê de axivî. Sumeya diyar kir ku mihrîcana îsal ji yên berê yên di salên 2017 û 2023`an de hatin lidarxistin, pir cuda ye. Sumeya got ku di festîvalên pêşîn de tenê komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, ji ber şert û mercên ewlehiyê û êrişên li ser Rojava, ku rê li ber beşdarbûna komên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê girt.
Sumeya destnîşan kir ku di mihrîcana îsal de gelek komên li herêmê û yê ji derve beşdar bûn, û "rengek nû û coşek mezin" li mirîcanê zêde dike. Sumeya Mihemed destnîşan kir ku armanca sereke ya mihrîcanê ew e ku ezmûnek hunerî ya nû û cuda pêşkêşî gel bike, ku cihêrengiya çandî nîşan bide. Her wiha da zanîn ku mihrîcan ji bo xelkê Hesekê derfeteke mezin e ku çandên cihêreng nas bikin, ji ber mozaîka wê ya dewlemend a mirovî û çandî, bajarê Hesekê cîhek girîng e ji bo vê mihrîcanê. Sêyemîn Mihrîcana Orkêş ya Mûzîkê ji 8 heya 11ê Kanûnê berdewam dike, wê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bibe.
ANHA/HESEKÊ











