Bi kurteçîrokan hafizeya civakî ava dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 00:28

Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2`emîn ji bo pêşxistina behreyên ciwanan û zengînkirina hafîzeya civakî hate organîzekirin. Bi vê gavê dixwazin ev kurteçîrok bi destê gelên herêmê bibin berhemên mîna roman, şano û fîlm.

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ji bo ku balê bikişînin ser girîngiya çîrokê û berhemên çîroknûsan li herêmê, Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2`yemîn bi rêxistin kirine. 

Yekemîn Festîvala Çandê-Beşa Helbestan ku di 2024’an de bi pêşbirka helbestan hate lidarxistin de, 62 berhemên helbestan, ew bû derfetek ji bo piştgiriya helbestvanan û ji wan 6 helbest bi ser ketin.

Endamê Desteya Rêveber ya Yekitiya Rewşenbîran a Katona Cizîrê û endamê komîteya amadekar Mihemed Beşîr ji ajansa me re diyar kir ku wan ew ji bo nûjenkirina asta nivîsê, bal kişand ser behreyên ciwanan, derxistina çîrok û hestên ku li herêmê tên jiyankirin vê festîvalê organîze dikin.

‘Gelek bûyer ji ber nehatin nivîsandin hatin jibîrkirin’

Mihemed Beşîr destnîşan kir ku ji ber ku çîrok êş û serpêhatiyên civakan derdixe holê, ji bo parastina geşedan û bûyeran wan vê salê kurteçîrok hilbijart û wiha got: “Mînak gelek bûyer bi gelê Kurd re çêbûn, nehatin nivîsandan û wisa hatin windakirin.” Mihemed Beşîr da zanîn festîval dihêle ev berhemên ku tên nivîsandin, wekî hafîze ji bo civakan bimîne; pê re jî diçe ji nifşên nû re. Bi van kurteçîrokan gel karibe roman, şano, fîlm û gelek tiştên ku mîrasê kevnar a gelan diparêze, biafirîne.

Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2`yemîn 8`ê Mijdarê li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê bi tevlêbûna 45 kurteçîrokan (24 bi erebî û 21 bi kurdî) tê lidarxistin. Îro piştî lidarxistina panel û komxebatan û bi xelatkirina çîroknûsan bi dawî dibe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.