Festîvala Vejînê bi dawî bû

În 28 Mijdar 2025 - 00:49

Di Festîvala Çand û Werzîşê ya Vejîn ya ciwanên Şengalê de çendîn çalakiyên werzîşî, çandî û hunerî hatin lidarxistin. Rêveberiya YCÊ û YJCŞ’ê hemû kom û tîmên tevlî festîvalê bûne, xelat kir.

Duh di saetên nîvro de li Xanesora Şengalê Yekemîn Festîvala Çand û Werzîşê ya ‘Vejîn’ a ciwanên Şengalê destpê kir û heya saetên êvarê dewam kir. Festîvala ciwanan a ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê ve hate rêkxistin, bi dirûşmeya; ‘‘Vejîn Jiyane, Jiyan komîne’ hate lidarxistin.

Festîval bi çalakiyên werzîşî yên tîmên Voleybol û Futbolê yên ji derverên cûda yên Şengalê tevlîbûbûn destpêkir. Bernameya giştî ya çandî festîvalê jî bi axaftinê destpê kir.

Li ser navê rêveberiya ciwanan Lîza Xêrî axivî. Lîza di serî de Cejna Berxwedana Netewî li Rêber Apo û hemû civaka Êzidî pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘‘Di serî de em 27’ê Mijdarê, Roja Cejna Berxwedana Neteweyî li  Rêber Apo û hemû civaka xwe pîroz dikin. Di heman demê de, di vê festîvalê de em hevala xwe Şehîd Vejîn Jiyan, bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Wek tê zanîn, Şehîd Vejîn yek ji pêşengên vê rêxistinê bû ku ji bo civaka me ya Êzidî û rêxistinkirina ciwanên me kedek mezin û bê hempa da. Em soz didin ku emê li ser xeta şehîdan rêxistina xwe mezin bikin û heya dawiyê li xeyalên wan xwedî derkevin.’’

‘Rêber Apo îrade da me’

Lîza Xêrî behsa têkoşîna Rêber Apo ya ji bo galena û pêvajoyê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Taybet di dema ku Rêber Apo pêvajoya banga aşitiyê ya civaka demokratîk daye destpêkirin, em wek gelê Êzidî jî beşek in ji vê pêvajoyê û me pêşengî kiriye ji pêvajoyê re û her dem em bi Rêber Apo re ne. Ji niha şûnde jî çawa ku Rêber Apo em tenê nehiştin, emê heya azadiya fîzîkî bi Rêberê xwe re bin. Ji ber ku yê em kirin xwedî îrade Rêber Apo bû, em jî li ser wî esasî carekî din 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û tevahiya gelê xwe pîroz dikin.’’

Piştî axaftinê Koma Zarokan ya Hêviyên Şengalê, Lîstika Gerîla ya Birê, Koma Reqsê ya Stiya Nexşa, Koma Şehîd Delîla ya ciwanên Ereb, Komîna govendê ya jinên ciwan, Kolektîva Saza Êzî, hunermendên Navenda Çand û Hunera Şengalê, hunermend Îbo Qamişlo derkete ser dikê.

Piştî bernameya ciwanan bidawî bû, hemû tîm û komên bi çalakiyên xwe yên hunerî û werzîşî beşdarê festîvalê bûbûn ji aliyê Rêveberiya YJCŞ’ê û YCÊ ve hatin xelatkirin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.