Li seta filma “Dîwar” kamerayeke Kurd (II)

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Hezîran 2021 - 05:46

  • Tuncel dibêje, “Lê birako te gotibû em ê ti kamerayan negirin setê.” Yilmaz lê vedigerîne, “Ev ne kameraya biyanî ye Tuncel, ev kameraya Kurdan e, kes nikare destê xwe bide vê kamerayê!”

ARDÎN DÎREN

 

Payîza sala 1982’yan, Yilmaz Guney li Parîsê dest bi filmeke nû kiriye. Navê filmê Dîwar e. Guney, şatoyeke kevn a nêzî Parîsê wergerandiye hepsa TC’yê. Mijara filmê, zarokên di hepsên Tirkiyê de ne. Guney, bi şev û roj, bê navber ji bo filmê xwe yê nû dixebite. Ew filma xwe veşartî çêdike û heya filmê bi dawî neke naxwaze kes were seta wî û derbarê filmê de tiştekî binivisîne yan jî bikêşe. Wêne girtin, hevpeyvîn jî qedexe ne û çapemenî jî nikare were seta Guney, bi gotina Baksi “Ew nahêle ku çûk jî bifirin. Di nav dîwarên qalind û bi kufik de, bi TC’yê re ketiye nav hesabekî nû”. 

Em ê bi hev re gelek karan bikin

Baksi, tevî Kendal Nezan û ekîba xwe ber bi seta filmê “Dîwar” ve diçe. Kesên li setê, gava çav bi Baksi û ekîba wî dikevin hinek matmayî dimînin, ji ber ku heya wê gavê ji derve kamerayek nehatibû setê, qedexe bû. Baksi wiha behsa wê kêliyê dike: “Kendal, li pêş me diçû û em jî li dû wî bûn. Em ketin hepsê, çavê her kesî li kameraya me ye, kameraya me nîşan didan û tiştin digotin di ber xwe re. Lê me qet guh neda wan, em rasterast ber bi mirovê ku em lê digerin ve diçûn. Ji derûdorê bêhna kufikê dihat, hundir hinekî tarî bû. Piştî em hinekî meşiyan Yilmaz Guney li hemberî me bû. Me hev hembêz kir, bi destên xwe milên min dijidandin û li nav çavên min dinihêrî.” Piştî Guney Baksi hembêz dike jê re dibêje, “Baş e ku min tu dîtî, em ê hîna bi hev re gelek karan bikin.”

Li hember bişaftinê îsotên Siwêregê

Baksi, ji Guney re dibêje, “Xwezî ev hevdîtina me ya ewil li Amedê bûya”. Guney wiha lê vedigerîne, “Ez bi hêvî me, wî rojê min pirtûka te ya ‘Qetlîama Qamişlo’ xwend. Di demeke nêz de dixwazim filmê wê çêkim. TC nikare xwe ji sûcên li hemberî Kurdan xelas bike!”
Paşê ew li ser xwarinê rûdinên û sohbetê dikin. Bala Baksi diçe ser îsotan. Guney pirr ji îsotan hez dike û ew di ber xwarinê re dixwe. Gava dibîne Baksi matmayî li xwarina wî ya îsotan dinihêre, ew dibêje, 
“Tu dizanî ev îsot yên ku derê ne?”
- “Nizanim, belkî yên Spanyayê ne”
- “Te pê dernexist. Ev îsot yên Siwêregê ne birako, hefteyê carekê bi balafirê tên ji min re. Divê ez asîmle nebim...”
Baksi, henekan dike û dibêje, “Wisa nebêjê, paşê wê hin kes bi te bihesin ha.”
- “Bila bibîhizin, dê çi bibe?”
- “Dê çibibe ha? Welehî wê gavê wê Kenan Evren îsotên me jî qedexe bike.”
-  “Hêza Evren têra îsotên me nake birako...”
- “De va min ji te re got. Welehî Evren pê bihese, dê ji îro pê ve li ser hemû îsotên Siwêregê ‘Yê ku dibêje, ez tirk im bextewer e’ û ‘Tirkek bedelî dinyayê ye’ binivîse.”

Çepgiriya van gava dibêjî Kurd diqede

Piştî ku ev sohbeta wan diqede ew dest bi karê xwe dikin. Guney, ji Baksi re dibêje, “Tu ku derrê bixwazî, dikarî dîmenan lê bigirî, dilê te kîjan sahneyê divê tu serbest î. Ez ê kesekî jî bidim ber destê te, bila bi te re bibe alîkar.” Gava Guney van gotinan dike, bi rûkenî dibêje, “Tu dizanî ez ê kê bidim ber destê te?”
- “Kî?”
- “Tuncel Kurtiz”
- “Ez wî naxwazim birako, navbera me qet tine ye.”
- “Ez dizanim, ez jî qest vê dikim. Ez dizanim Tuncel nijadperest e û dijminê Kurdan e. Lê di heman demê de ew lîstikvanekî xurt e jî, divê em ji wan sûdê bigirin. Nexasim jî rolên Kurd û Lazan pirr baş dilîze. Filma Kerî bîne bîra xwe.”
Baksi ji Guney re dibêje, “Derûdora te bi dijminên Kurdan dagirtiye tu hay ji vê yekê heyî?” Guney, dibêje, “Dizanim, dizanim” û wiha pê de diçe, “Lê divê mirov karibe van kesan bi kar bîne. Ev kes ji bo pere û nav dikarin diya xwe jî bifiroşin. Hevalên filma min ya ‘Rê’ ez protesto kirim. Ji bo çi? Ji bo pirsgirêka Kurd...Lê em çiqas bi hêz bibin dê ew werin ber piyên me û rolên em ê bidin wan, qebûl bikin. Li gorî wan, min ew bi kar anîn. Rast e. Heger min di serî de rastiya filma Rê ji wan re bigota, dê karê min di nîvî de bimaya. Gava tu dibêjî Kurd, çepgiriya van kesan diqede.” Baksî piştî vê axavtinê ji Guney re dibêje, “Lê kî ji te re got, ez û Tuncel Kurtiz ne li hev in?” Guney lê vedigerîne: “Necmettîn Buyukkaya, Neco her tişt ji min re got.”

Ev kameraya Kurdan e

Gava Guney û Baksi diçin cem Tuncel Kurtiz, Guney ji Tuncel dipirse, “Tuncel, tu Baksi nas dikî?” Tuncel lê wiha vedigerîne, “Em hevalên hev yên kevn in. Em her du jî ji Stockholmê ne.” Guney ji Tuncel re dibêje,
- “Tu îro di bin emrê Baksi de yî, ew çi bixwaze divê tu bi ya wî bikî.”
- “Lê birako te gotibû em ê ti kamerayan negirin setê.”
- “Ev ne kameraya biyanî ye Tuncel, ev kameraya Kurdan e, kes nikare destê xwe bide vê kamerayê!”

Bila Yilmaz Guneyê me hebe

Piştî vê gotinê, Tuncel qet deng nake û mecbûr alîkariyê dide Baksi. Gava Guney ji wan dûr dikeve Tuncel ji Baksi re dibêje, “Te digot Yilmaz Kurd e lê em li hemberî te derdiketin. Li min negire, min efû bike. Heger îro Yilmaz destûr dabe te ji bo vî karî, ev yek nîşaneya vê ye. Yilmaz heya niha ti kamerayeke biyanî negirtiye setê, nehiştiye ti televizyoneke biyanî were dîmenan bigire. Di navbera van de BBC û kanalên Fransa bi xwe jî hene.” Li ser van gotinên Tuncel, Baksi jî dibêje, “Tuncel, yên we bi sedan lîstikvan, rejîsor û hunermendên we hene. Bihêlin bila yê me jî Yilmaz Guneyê me hebe. Êdî ji vê nêzîkatiya xwe ya ku hûn hemû dinyayê wek Tirk dihesibînin, xelas bibin.”

Baksi, bi alîkariya Tuncel Kurtiz li seta filma “Dîwar” digere û bi dilê xwe dîmenan digire. Cara yekemîn e ku kamerayek ji derve li nav setê digere. Baksi dê ji bo kanaleke Swedî bi Guney re hevpeyvînekê bike. Di setê de gelek lîstikvan û xebatkar hene. Baksi, ji hin sahneyên filmê dîmenan digire. Li hucreyan digere, bi gardiyanan re diaxive û dîmenên leşkeran digire. Her wiha ew li qawîşan jî digere û bi mehkûmên jin re jî diaxive. Bi kurtasî ji bo televizyona Swedî çi pêwîst be, ew digire û herî dawî jî bi Yilmaz Guney re hevpeyvîneke dirêj dike. 

Kurdbûn rûmeta Guney e

Piştî ku Guney girtina dîmenan bi dawî dike, dîsa bi Baksi re tên gel hev û dest bi hevpyevînê dikin. Beriya ew dest bi hevpeyvînê bikin Baksi ji Guney re dibêje, “Binihêre birakê Yilmaz, em rastî biaxivin. Ez ê te wek rejîsorekî Kurd bi gelê Swedî bidim naskirin. Te qebûl e?” Yilmaz hinekî matmayî lê vedigerîne, “Ew çi gotin e birako? Ma qey tu yê min bi zorê bikî Tirk?”. Baksi ji Guney re dibêje, heta ew niha wek Tirk nîşan dane, û bi vê hevpeyvînê ew dixwaze vê şaşiyê ji holê rake: “Ez ê di hevpeyvînê de te weke ‘Rejîsorê Kurd’ bidim naskirin.” Guney jî dibêje, “Ev ji bo min rûmet e.” Bi vî awayî dest bi hevpeyvînê dikin. Di hevpeyvinê de Guney, behsa jiyan, huner û filmên xwe dike. Her wiha li ser filma “Rê” û derbarê Kurdan de jî dûr û dirêj diaxive. Guney di cihekî de dibêje, “Ez têgihîştim ku ez Kurdekî asîmîlebûyî me.”

Ev ji bo min belgeyeke dîrokî ye

Piştî filma “Dîwar”, Guney li studyoyê bi deng û pevxistina filmê re mijûl dibe. Baksi kopyayeke bandê hevpeyvînê û nivîsên derbarê filma “Rê” de dixe çenteyekî, tîne dide Guney. Berêvarê Guney li hevpeyvînê temaşe dike, carekê ji cihê xwe radibe û Baksi hembêz dike. Guney ji Baksi re dibêje, “Ev ji bo min belgeyeke dîrokî ye. Te rejîsoriya min a Kurd kiriye belge. Çi tiştekî hêja ye birako...” Paşê ew berê xwe dide nîvîsên Baksî yên ku di rojnameyan de derketine û bi kêfxweşî binê hin hevokan bi qelema sor xêz dike û bi bextewarî, “A rast min ev hevokên xweş heq nekirine. Heya niha ji bo gelê xwe min zêde tiştek nekiriye. Heger kesên peykerên wan werin çêkirin hebin, ew hûn in, kesên ku bi mirinê re rû bi rû mane û li ber xwe dane. Gava we dengê Kurdan, ziman û nasnameya wan bi dinyayê dida naskirin, min filmên erzan yên şer çêdikirin û min nikaribû nasnameya xwe eşkere bikim.” Li ser van gotinên Guney, Baksi jê re dibêje, “Şert û merc wiha bûn birako. Ji bîr neke, te bi filma ‘Rê’ Kurdistan bi dinyayê da naskirin. Ev ne tiştekî hindik e. Te deynê xwe yê derengmayî bi zêdeyî da.”

Bi vî awayî sohbeta wan dirêj dibe û Guney behsa gelek tiştên din jî dike. Kesên meraqdar, dikarin kitêbê û ji nivîsên Mahmut Baksi porteyê Yilmaz Guney ê Kurd bixwînin.

Di kitêba “Bi Çavekî Kurd Yılmaz Guney” de hevdîtin û sohbetên Mahmut Baksi yên li gel Yilmaz Guney hene. Tişta min nivîsî tenê beşek e. Di kitêbê de nirxandinên Baksi yên derbarê filma “Rê” de jî hene. Her wiha axavtinên Yilmaz Guney yên di “Şahiya Çandê ya Înstîtûya Parîsê” û “Newroza 1984”an jî di kitêbê de cih digirin. Ji xeynî van axavtinan, Şivan Perwer û Kendal Nezan jî derbarê Yilmaz Guney de axivîne.
Pirtûk berê ji nav “Weşanên Zêl” derketibû. Lê niha bi çapa xwe ya nû ji “Weşanên Lîsê” derketiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.