- Derhênerê Fîlmê ‘Zeviya Hişk û Esmanê Dûr’ bal kişand ser fîlmê xwe û diyar kir ku fîlmê wan dirêj û balê dikişîne ser aştiyê û got: “Kurd daxwaza aştî û çareseriya demokratîk dike. Amade ye ji bo aştiyê çekên xwe bişewitîne. Ji bo wê min xelata xwe diyarî gerîlayên azadiya Kurdistanê kir.”
Roja 10’ê Îlona 2025’an fîlma sînemayî ya ‘Zeviya Hişk û Esmanê Dûr’ dest bi nîşandanê hatibû kirin. Ev ne tenê fîlmek sade bû, gerek bû bi navê ziman, mûzîk, aramî û efsane û xwezaya Kurdistanê bû. Fîlmê ‘Zeviya Hişk û Esmanê Dûr’ di Festîvala 5’emîn ya Fîlman ya Silêmaniyê ji 7 xelatan 5 xelatan werbigire. Têkildarî girtina xelatan û bexşandina ji bo gerîlayên Azadiya Kurdistanê Derhêner Hewraz Mihemed axivî.
Ewilê Derhêner Hewraz Mihemed li ser fîlma xwe axivî û got: “Fîlmê me di bingeh de li dijî şere, hest bi mirovbûn, Kurdbûn û ew êşên ku daxwaz tê kirin ku rojekê bi dawî bibin. Fîlma me li ser wê yekê ye ku êdî dayîk negirîn. Bikarin bibin civakek li Rojhilata Navîn bi hev re bijîn.”
Xelata xwe pêşkêşî gerîla û girtiya siyasî Werîşe Mûradî kir
Herwaz Mihemed xelata derhêneriya herî baş girt û vê pêşkêşî gerîlayên Azadiyê û girtiya siyasî Werîşe Mûradî ya li ber darvekiriyê ye kir. Li ser vê Hewraz Mihemed ev anî ziman: “Dema mirov xelatekê digire divê di raman xwe de rastgo be, di salên dawî de diyariya herî xweşike min girtî. Gelê Kurd pir aştiyê dixwazin, ji bo aştî pêk were sembolîk jî be çek şewitandin. Ji bo wê min xelata xwe diyarî gerîlayên azadiyê kir. Her wiha gelek çalakvan û hunermend ji ber xebatên xwe yên li nava girtîgehê ne, yek ji van ya herî diyarker jî Werîşe Muradî û hevalên wê ne, ez vê diyariyê pêşkêşî wan jî dikim. Ji ber ku ji bo aştî û û azadiyê li ber xwe didin.”
Dema rast dît dikarî rast nîşan bidî
Derhêner Hewraz têkildarî naveroka fîlmê xwe jî got: “Naveroka fîlmê me mirovbûn û Kurdbûn di asta herî bilind de destnîşan kir. Salên dawî ji ber krîzên heyî di pêşxistina karê hûnerî de astengiyên mezin hene û paş ketiye. Kertên taybet jî tenê ji bo qezenca zêde kar tê kirin. Dema wisa jî bû bihayê hûnerî û rasteqîne ya doza mirov dernakeve. Me li ser bingehê xeta sînameya azad fîlma xwe çêkir. Di berhemên azad de ramanên azad derdikeve. Ev jî dike ku bi awayeke rast bibînî û rast bidî nîşandan.”
‘Pêdivî bi piştevaniya madî, mirovî û menewî heye’
Hewraz Mihemed anî ziman ku rêya sînemaya azad rêyeke hêsan nîne û destnîşan kir ku karê hûnerî pêwîstî bi aboriyeke zêde ya madî, mirovî û menewî heye û got: “Piştgirîkirina hemû aliyekê wisa bike ku sînameya azad zêdetir li Kurdistanê pêş bikeve. Pêwîstî bi piştevaniyeke madî û menewî heye, heta em jî weke gelên din bikarin sînameya xwe pêş bixin.”
Fîlm û festîval hev temam dikin
Derhêner Hewraz Mihemed diyar kir ku festîval û fîlm hev temam dikin û da xuyakirin ku ji bo navxwe pêwîstî bi fîlmên wiha, kurte fîlm û belgefîlman heye ku li nav xwe bên hilberandin û got: “Çiqasî fîlm bê amadekirin ewqasî pêwîstî bi lidarxistina festîvalan jî heye. Ev wisa dike ku derhêner tevlî festîvalan bibin. Ramanên çêkirina fîlmên nû derdikeve û beşdariya çar aliyên Kurdistanê ya festîvalê çêdibe.”
Di 5 beşan de xelat wergirtin
Hêjayî bibîrxistinê ye fîlma ‘Zeviya Hişk û Esmanê dûr’ di Festîvala 5’emîn ya Fîlman ya Silêmaniyê de karî xelata Derhênerê herî baş yê navxwe, fîlmê herî baş yê navxwe, sînematografiya herî baş, aktorê herî baş yê kur û keç ya ji bo fîlmê navxwe bi dest bixe.
Hawraz Mihemed kî ye?
Hawraz Muhamed sala 1983 li bajarê helbestê li Silêmaniyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Silêmaniyê beşa Civaknasiyê xwendiye. Li ser sosyolojiyê (Civaknasiyê) du pirtûk bi navê “Dîwarnivîsîn” (li ser nivîsên dîwaran) û “Pîsbûnî Bînî” (li ser dîzayna bajaran) weşandiye.
Her wiha sal dibe 2022 û li Zanîngeha Silêmanî li ser Sosyolojiya Sînemaya Kurd mastera xwe qedandiye. Niha jî li heman zanîngehê mamosteyê beşa Fîlmsaziyê ye. Hawraz Mohammed derhênerê dokumentaran û fîlman e. 14 dokumentar û 17 kurtefîlm kişandiye. Li ser sînemayê gelek gotar bi kurdî nivîsandiye û di weşanên kurdî de belav kiriye û bi navê “Sînema û Şinas (Nasname)” bi Soranî pirtûkek jî weşandiye.
Hawraz Muhamed beşdarî gelek festîvalên sînemayê yên herêmî û navneteweyî li seranserê cîhanê bûye û 31 xelatên xwecihî û navneteweyî wergirtiye. Hawraz Muhamed mîna her rûniştevanên Silêmanî ji nivîsandin û xwendina helbestan jî hez dike. Di helbestên wî de bandora sînemayê bi awayekî zelal xuya dibe.
ROJNEWS/SILÊMANÎ